Sefîrê mezin ê Enqerê yê Japanyayê Akio Miyajima û şandeya pê re ewilî li OBPAyê derbarê firsendên veberhênan yê bajêr û tûrîzmê de agahî girtin. Di OBPA de şande bi desteya rêvebir û endamên meclîsê re hatin gel hev, di vê civîna di derbarê aboriya bajêr de, çand û firsendên veberhênan yê bajêr de agahî girtin.
Şande piştre çû serdana Derê Çiyê, Xana Hesen Paşa, Xana Sulûkê, Minareya Çarling, Çarşiya Sîpehî û Mizgefta Mezin ya ku restorasyona wê berdewam dikir û piştre jî derbarê van hemû cihan de agahî hildan. Sefîrî Mezin gelek di bandora çand, mîrateya dîrokî ya bajêr de ma. Serdana Projeya Navenda Perwerdiya Jinan ya ku 2015an de piştgirî dabûnê kir.
Projeya ku di sala 2015an de li Derê Çiyê di nava Sûrên Amedê de li Taxa Ozdemir avahiya bi tescîl ya dîrokî ku weke Navenda Perwerdiya Jinan hatibû hizirkirin, ev proje di sala 2015an de ji alî OBPAyê ve hati bû pêşkeşkirin û pê re jî proje hatibû peşirandin. Dûre bi vê mabestê bi piştgiriya ku hati bû girtin, bi wê piştgiriyê restorasyona avahiyê hatibû kirin. Lê piştre di bûyerên Sûrê de avahiyê zirarek mezin dîtibû.
Sefîrê mezin ê Japanyayê Akiyajima serdan û lêkolîna avahiyê kir û ji nû ve ji bo ku avahî car din bikeve meriyetê bi OBPAyê re nîqaş hatin kirin û div ê mijarê de her du aliyan gotina xwe kirin yek.
Şandeya Japonî piştre çû serdana fîrmaya Ünteksê ya li Herema Senayî Organîzeyê ya ku hilberîna ben û qumaşan dike û ji bo pêwendiya bazirganî ya veberhêneran û Japonyayê daxwaz û xwestekê wan girtin. Di hevdîtinan de derket holê ku bajarê Amedê berê bi tûran, tûrîstên japonyayê qebûl kirine lê belê van çend salên dawî ji ber nêrîna ewlehî ya li hember bajêr, pêwendiyên bazirganî û çûyîn hatin jî kêm bûne.
Di hevdîtinan de derket holê ku nêrîna li hember Amedê ya ewlehiyê ne rast e û bi nasîna cih û warên bajêr yên dîrokî ev nêrîn hat şikandin û bi vî rengî berdewamiya pêwendiyan hat çespandin.
Em weke OBPAyê ji ber sponsoriya mazûvaniyê şandeyê ya li Amedê spasiya xwe pêşkeşî Otêla Dîwanê dikin .