Komisyona Fuarê ya odeya me, li ser Şikeftên Birqleyn ku li Licê ne û ji aliyê dîrok û xweşiya xwezayî ya Amedê ve bêhempa ye, vekolînan kirin.
Di derbarê vekolîna ku li Şikeftên Birqleyênê de hatiye kirin de Serokê Komîsyona Fuarê ya odeya me Mehmet Alî Denîz ragihand û got, ji bo ku herêm ji turîzmê re were amadekirin me xebat dane destpêkirin. Denîz got, bi taybet ji bo veguhastina şikeftê û sererastkirina derdorê divê xebat werin kirin, piştî ku xebatên hewcedarî pê hene werin temamkirin ew ê wargeheke îdeal ya kampê bi dest bikeve.