Bi hevkariya Navenda Agahdariya Yekîtiya Ewrûpa ya Odeya Bazirganî û Pîşesaziyê ya Amedê û Delegasyona Tirkiyê ya Yekîtiya Ewrûpa “Panela di Çandinî û Bipêşketina Bejahiyê de Rêxistinkirin” hat lidarxistin.
Panela bi moderatoriya Serokê Lijneya Rêveberiya OBPA’yê Mehmet Kaya pêk hat, Serokê Delegasyona Tirkiyê ya YE Sefîrê Mezin Christian Berger, Sekreterê Lijneya Koordînasyona Bajêr ya Amedê ya TMMOB’ê Doğan Hatun, Serokê Endazyarên Çandiniyê ya Amedê ya TMMOB’ê Abdulsamed Ucaman, Gerînendeyê Bajêr yê Çandiniyê Mustafa Ertan Atalar, Hindekara Fakulteya Çandiniyê ya Zanîngeha Dîcleyê Doç. Dr. Songül Akın, Koordînatorê Bajêr yê TKDK Hikmet Güneş, Serokê Lijneya Koordînasyona Bajêr ya Odeyên Çandiniyê ya Amedê û Serokê Komeleya Çalakiyên Herêmî ya Kela Zerzevanê Mehmet Cevat Delil beşdar bûn.
Serokê OBPA Kaya axaftina vekirinê ya panelê kir û da xuyakirin, sektora çandinêyê ji bo herêmê gelek girîng e, di pêvajoya pandemiyê de hîn nû hat famkirin ku sektora çandiniyê û rêxistinên biçûk û mezin yên di sektorê de çi qas girîng in.
Serokê Delegasyona Tirkiyê ya YE Sefîrê Mezin Christian Berger jî polîtîkayên çandiniyê nirxandin û daxuyakirin ku ji bo çandiniyê Amed cihê herî rast e. Derbarê rêxistinên çandinî yên li welatên YE’yê hatine pêşxistin û di salên dawî de rêxistinkirinên ku li Tirkiyê piştgiriya wan kirine de agahiyên berfireh dan.
Sefîrê Mezin Berger wisa da xuyakirin, di hilberîna çandinî de li gorî bedenekê çareserî nikare pêş bikeve, saziyên li herêmê û hilberîner divê polîtîkayên xwe yên çandiniyê ava bikin û ji bo çareseriya pirsgirêkên heremî di pêvajoyê de bi awayekî çalak cihê xwe bigrin. Li welatên Ewrûpayê di avakirina çalakiyên herêmî de ku tê de saziyên sivîl û kamûyê yên herêmî cih girtin bi ser ketin, niha jî li Tirkiyê piştgiriya komên çalakiyên herêmî tê kirin. Bi taybet divê saziyên sivîl di pêvajoya çareseriya pirsgirikên herêmî de cih bigrin û di cihê xwe de çareseriyan ava bikin. Li Tirkiyê komên bipêşketinê yên ku li herêmên Karadenîz, Marmara, Rojhilat û Başûrê Rojhilat hatine avakirin ew ê di cihê xwe de çareseriyan ava bikin, em ji vê yekê bawer dikin. Li Amedê em piştgiriya 3 komên herêmê yên bipêşketinê dikin.
Sefîrê Mezin da zanîn ku, YE %50 butçeya xwe ji çandinêyê re vediqetîne, li vir mebesta yekem zêdekirina cureyên xurekan û piştgiriya hilberîna çandiniyê ye. Lê di roja me de nêzîkatiyên nû yên wek biyocure, pêşxistina çandiniyê, bi taybet mayîna li herêmê ya jin û ciwanan me pêş xist. Bi pandemiyê re jî kûrahiyeke din pêş ket, wek YE ji bo ku li bejahiyê ahenga xweza û mirovan were avakirin û ji bo ku xebatên ku têne kirin berfirehtir bibin û rekabet derkeve holê me aliyê xwezayê jî hilgirtiye dest, ji bo vê jî me Peymana Kesk amade kiriye.
Panel paşê bi nirxandina saziyên herêmî û rêxistinkirina çandiniyê hat berdewam kirin.