Em tev bi hev re Pandemiya Covîd-19 bidin rawestandin!
Di destpêka Pandemiya Koronavîrusê de Amed yek ji wan bajaran bû ku hejmara bûyeran gelek hindik bû, piştî pêvajoya normalbûnê ya 1’ê Hezîranê di hejmara bûyeran de zêdebûneke mezin çêbû.
Piştî pêvajoya normalbûnê hemwelatiyên me maske bi kar neanîn û li mesafeya fîzîkî miqate nebûn, ji ber van sedeman jî di hejmara bûyeran de zêdebûneke mezin çêbû. Li gel vê, çalakiyên çandî û civakî (dawet, nîşan, mahr, sinnet, mewlûd, tazîye, cejn û hwd) kir ku nexweşî zêdetir belav bibe û di ser de jî hemwelatiyên me li paqijiya xwe baldar nebûn, ji ber van sedeman asta xetereyê vê gavê bilindtir bûye. Piştî ku hejmara bûyeran ber bi zêdebûnê ve çû Lijneya Hifzissihha Bajarê di 10 Hezîran 2020’an de biryara ku bêmaske dernekevin derve wergirt. Lê li gel vê jî hemwelatiyên me rêgezan binpê dikin û mixabin her roja ku diçe asta xetereyê zêdetir dibe.
Ji bo ku em karibin hejmara bûyerên ku her diçe zêde dibin asteng bikin, pêşî li mirinan bigirin û jiyana civakî û aborî ya bajarê xwe li ser lingan bigirin;
- Divê em ji bîr nekin, qandî tendirustiya xwe divê em tenduristiya heval, hogir, meriv û bi tevahî ya civaka xwe jî biparêzin.
- Heta ku xebatên parzayê yên ku ji bo Koronavîrusê encamên erênî bidin divê em maskeyan bi kar bînin û mesafeya xwe ya bi mirovan re biparên, divê em van bergiriyan bikin parçeyeke jiyana xwe ya rojane.
- Her gava ku em ji malên xwe derdikevin divê em maskeyên xwe bi kar bînin û destên xwe bi sabûnê têr bişon.
- Li pêşiya me cejna qurbanê heye. Pîrozkirina cejnê ji bo civak û ola me çandeke gelek girîng e lê divê em di vê cejnê de dev ji edetên xwe yên berê berdin, tenê em riyên teknolojîk bi kar bînin. (telefon, SMS, WhatsApp)
- Di serjêkirina qurban û belavkirinê de divê em rêgezên paqijiyê bi baldarî bi cî bînin.
- Di vê pêvajoyê de divê em çalakiyên xwe yên civakî û çandî (serdana malan, dawet, mahr, nîşan, mewlûd, seyran û hwd) ku dibin sedem nexweşî zêdetir belav bibin, heta em karibin bi paş de bixin.
- Di çalakiyên wek dawet û nîşanan de ku mesafeya civakî gelek nêz dike, lîstikên wek dîlan, govend û reqsan nelîzin.
- Li malê, li cihên servekirî an jî girtî çalakiyên wek mewlûd û taziyeyan çênekin, ji xwarinên ku bi giştî tên belavkirin dûr bikevin.
- Ji bo ku serdanên me yên taziyeyan nebin sedema taziyeyên nû, divê em bi riya telefonê sersaxiyê bixwazin.
- Li her cihên ku em bi mirovan re temas dikin dev û pozê xwe bi rûpoşan bigrin.
- Di otobês, dolmîş û cihên danûstandinê de, divê em mesafeya fîzîkî (herî kêm 1.5 metre) bi baldarî pêk bînin.
- Bêyî ku em ji bîr bikin ku di vê pêvajoyê de pêdiviya me tevan bi hev heye, ne li gorî jiyana xwe ya takakesî, li gorî jiyana civakî tev bigerin û guh bidin pispor û sazî û dezgeyên bi mijarê ve peywendîdar in.
Odeya Bazirganî û Pîşesaziyê ya Amedê
Borsaya Bazirganiyê ya Amedê
Yekîtiya Odeyên Zanaatkar û Esnafan ya Amedê
Baroya Amedê
Serokatiya Koordînasyona Bajêr ya Odeyên Çandiniyê ya Amedê
Odeya Muşawirên Malî û Hesabgirên Serbest ya Amedê
Serokatiya Herêma Pîşesazî û Organîzeyê ya Amedê
Lijneya Koordînasyona Bajêr ya TMMOB’ê
Platforma Şaxên KESK’ê ya Amedê
Odeya Dermangerên Amedê
Odeya Hekîmên Diranan ya Amedê
Federasyona Komeleyên Karsaz û Pîşesazên Başûrê Rojhilat û Rojhilat
Komeleya Karsaz û Pîşesazan ya Amedê
Meclîsa Jinan ya Odeya Bazirganî û Pîşesaziyê ya Amedê
Şaxa MÜSİAD ya Amedê
Komeleya Karsazên Jin ya Başûrê Rojhilat û Rojhilat
Komeleya Karsazên Jin ya Amedê
Lijneya Peyanerên Ciwan ya TOBB’ê ya Amedê
Lijneya Peyanerên Jin ya TOBB’ê ya Amedê
Şaxa Amedê ya HAKSİAD
Komeleya Karsazên Jin ên Peyaner ya Amedê
Komeleya Karsazên Pîşesazî û Organîzeyê ya Amedê
Şaxa Amedê ya TÜMSİAD
Komeleya Karsaz û Pîşesazên Tekstîlê ya Başûrê Rojhilat
Komeleya Madenkar û Mermerkar ya Amedê