Daxuyani
enkutr

Delegasyona DTSO’yê bi Waliyê Hewlêrê Ferset Sofî re civiyan

Delegasyona ku ji Endamên Komîteya Pîşe û Endamên Meclîsê hatiye avakirin bi pêşengiya Serokê Komîteya Rêveberiya Odeya Pîşesazî û Bazirganî ya Amedê Mehmet Kaya re ji bo plansaziya hevdîtinên Rêveberiya Herêma Kurdistana Iraqê civîn li dar xist. Delegasyona DTSO’yê bi Waliyê Hewlêrê Fersat Sofî re li ser babeta hevkariyê axivîn.

Delegasyona DTSO’yê bi Waliyê Hewlêrê Ferset Sofî û Serokê Odeya Pîşesazî û Bazirganî yê Hewlêrê Dr. Dara Jalil Al Khayat re civiya. Serokê DTSO’yê Mehmet Kaya diyar kir ku em Walitiya Hewlêrê weke mala xwe dibînin ku em di hemû rêwîtiyên xwe yên ji bo Hewlêrê de her dem serlêdana Walitiya Hewlêrê dikin. Kaya, axaftina xwe wiha domand: “Em hêvî dikin ku pêwendiya Hewlêr û Tirkiyeyê xurttir bibe. Protokolên me yên hevkariyê ku bi Odeyên Pîşesazî û Bazirganî yê Silêmanî, Duhok û Hewlêrê re hene bi piştevaniya Waliyê dikare were asteke baştir û bihêztir. Em dixwazin ku bi hevkariya Wezareta Geştûguzariyê rotayên Amed û Hewlêrê hevcot bikin. Divê ji bo danasîn û geştûguzariya van bajaran xebat werin kirin. Di plansaziya me de organizekirina “Rojên Hewlêrê” li Fuara Geştûguzarî ya Amedê di meha Mijdarê de li Amedê, her wiha “Rojên Amedê” jî li Fuara Geştûguzarî ya Hewlêrê di meha Gulanê de li Hewlêrê heye. Serokê TSO’yê yê Hewlêrê Dr. Dara Jalil Al Khayat girîngtirîn kesayetê sereke ye ku derfeta xebatên li vî bajarî de daye me. Em daxwaz û hêvî dikin ku Waliyê me dê piştevaniya hevkariya bi Dr. Dara Jalil Al Khayat re bide me.”

Waliyê Hewlêrê Ferset Sofî diyar kir ku Amed ji bo me navendekî gelek grîng e. Em dixwazin hejmara fîrmayên Amedê zêde bibe. Em li ser navê Walitiyê ji bo geşedanên wan xebatan amade ne.

Delegasyona DTSO’yê ji bo geşedana pêwendiyên bazirganiyê, îslahkirina şert û mercan, çareseriya ji bo pirsgirekên ku li gumrikan tên jiyîn bi Ataşeya Bazirganiyê Zihni Tuğrulî, Serekkonsulê Hewlêrê yê T.C.yê Hakan Karaçayî, Wezîrê Dewletê yê IKBY’yê Aydın Maruf Selimî re hevdîtin pêk anî. Ode, Serokê YK’yê û delegasyona ku ji Endamên Komîteya Pîşe û bi Endamên Meclîsê hatiye avakirin bi pêşengiya Mehmet Kaya di çarçoveya serdanên IKBY’yê de hevdîtinan pêk anîn. Her wiha Delegasyona DTSO’yê bi Walî Ferset Sofî re ji bo xurtkirina hevkariyê civiya.