Serokê OBPA Kaya beşdarî merasima mezûniyetê ya Fakulteya Dermanxaneyî ya Zanîngeha Dîcleyê bû

Serokê Lijneya Rêveberiya OBPA’yê Mehmet Kaya, beşdarî merasima mezûniyetê ya ku li navenda Kongreya Zanîngeha Dîcleyê hat amadekirin bû.

Mehmet Kaya li vê derê axaftinek kir û di axaftina xwe de wiha got: “25 sal in ez bi xwe dermanfiroş im, ji ber ku bi ciwanên ku nû mezûn bûne re hatime gel hev ez ji vê yekê gelek kelecanê hîs dikim. Mezûnên nû dest bi pîşeyeke gelek girîng dikin. Tenê hûn ê di der barê tenduristiyê de xizmetê nekin, di heman demê de hûn ê di hemû mijarên jiyanê de agahî bidin. Îro dibe ku hûn bi yekê biwestin lê ji bo pêşerojê ev yek ji bo we dê gelek girîng be. Ji bo we du pêşniyazên min hene; yek: li pêşiya we bi rastî jî qadeke bazirganiyê heye, divê hûn vê bizanibin. Dermanfiroşî xizmeteke tenduristiyê ye. Lê zagon û sererastkirin li derveyî we pêk tên. Bivê nevê hûn ê di vê çarçoveyê de xizmetê bikin, ev jî aliyeke bazirganiyê ye. Ji ber vê jî divê hûn di vê qadê de xwe pêş bixin. Hûn ji bo ku dermanan bigihîjin nexweşan xelakek in. Ji ber vê jî hûn ê xwe baş bigihînin ku hûn karibin vê xizmetê bi rehetî bikin. Li vê derê peywirin ku dikevin ser milên me jî hene. Kredî û piştgiriyên OBPA’yê yên ku bi piştgiriya KOSGEB’ê hene ku em bidin we. Bila her gavê bi Odeyê re têkiliya we hebe. Bazirganiyê ji nêz ve bişopînin ku di pêşerojê de xeyalên we neşikên. Pêşniyaza duyemîn jî; tu carî têkiliyên xwe yên civakên sivîl nebirin, her gavê geş bikin. Tenê nebin endamên odeya dermanfiroşan, li gel vê heta hûn karibin di gelek saziyên hêlên cuda yên cuvakê de cih bigirin. Ji ber ku yeka yeka hûn bi mirovan re di peywendiyê de ne, belê hûn ê dermanfiroşiyê bikin lê gelek hempîşeyên me yên ku ji bilî sektorên xwe jî dixebitin hene.”