Ji aliyê Odeya Pîşesazî û Bazirganî ya Amedê ve bi piştgiriya KOSGEB û Ajansa Rageşî ya Karacadag di meha Tîrmehê de dê li Licê, Pasûr, Pîran, Gêl, Erxenî, Farqîn, Bismil, Çinar û navenda Amedê ji bo 300 kesan perwerdehiya destpêkariyê were dayîn. Serîlêdanên bernameyên perwerdehiyê yên ku di websîte KOSGEB’ê de cih digre berdewam dike. Ji bo perwerdehiya Bismil û Farqînê ya di navbera dîrokên 08-11 Tîrmeh 2019’an de dê pêk were serîlêdana dawî 03 Tîrmeh 2019 de ye. Kesên ku bixwazibin serî li perwerdehiyên destpêkariyê bikin ji ser websîte KOSGEB’ê li gorî dîrok û cihên guncan dikarin serîlêdanên xwe ji ser e-dewletê bikin.
Ji bo perwerdehiyan hûn bixwazibin agahiyên berfireh bigrin an jî ji bo pirsgirêkên ku hûn di serîlêdanê de lê rast bên hûn dikarin ji Nûneriya KOSGEB ya odeya me agahî bigirin.
Dîrok û Cihên Perwerdehiyê;
1 | 08-11 TÎRMEH 2019 | FARQÎN |
2 | 08-11 TÎRMEH 2019 | BISMIL |
3 | 12-15 TÎRMEH 2019 | ÇINAR |
4 | 12-15 TÎRMEH 2019 | LICÊ |
5 | 16 -19 TÎRMEH 2019 | ERXENÎ |
6 | 16-19 TÎRMEH 2019 | PASÛR |
7 | 20-23 TÎRMEH 2019 | NAVENDA AMEDÊ |
8 | 20-23 TÎRMEH 2019 | NAVENDA AMEDÊ |
9 | 24-27 TÎRMEH 2019 | PÎRAN |
10 | 24-27 TÎRMEH 2019 | GÊL |