Lijneya Gastrowayê bûn heyrana xwarinên herêmî yên Amedê

Di bin banê Wezazerata Çandê ya de li Dîlok, Riha, Mêrdîn û Amedê çalakiya Gastroway hat lidarxistin û Amed di vê çalakiyê de roleke mezin lîst.

Lijneya ku ji 17 şefên navnetewî û 4 nivîskarên navnatewî yên gastronomîyê pêk dihat li Amedê hatin pêşwazîkirin.

Di taştê de penêrê hûnandî, penêrê bikirkor, mirtoxe, nanê tenûrê, çoregê Amedê, patîle li ber mêvanan hat danîn.

Piştî taştêya ku li Alaaddin Değirmen Evi hat kirin şûnde li Xana Hasanpaşa qehweya kizwanan ku wek qehweya kurdan jî tê zanîn hat vexwarin. Paşê lijne ji bo ku çêkirina qedeyifa Amedê û Sutlu Nuriye bibînin derbasî kargeha Haci Levent ya ku li DOS’ê ye bûn. Nivîskar û şefên navnetewî yên ku di nava lijneyê de cih digirin li vê derê ji çêkirina her du şîrînayiyên ku li Amedê tên çêkirin gelek bandor bûn.

Piştî kargeha qedayif û sutlu nuriye li Hanci Restoranê pêşkêşiya xwarinên herêmî hat kirin. Xwarinên wek qeliya bibîyok, dolmeya parsûyan, qelîsêrk, kutilk, meftûne, hûr û rovî, mehîr ji bo mêvanan hat amadekirin. Di xwarinê de di der barê xwarinên herêmî de bi berfirehî agahî hat dayîn. Nêzîka 20 cure xwarin hat tamkirin û di der barê wan de agahî hat sendin.

Lijne paşê li Kuçeya Beharetfiroşan geriya û ji wir derbasî Mala Dengbêjan bûn. Li Mala Dengbêjan şerbeta reyhanê hat vexwarin û li dengbêjan hat guhdarîkirin.

Li Birca Keçan û Bexçeyên Hewselê geriyan, fêkî û sebzeyên ku li Bexçeyên Hewselê têne çandin di der barê wan de agahiyên berfireh hat ku di xwarin û xurekên herêmî de çi qas bandora wan heye.

Ji bo lijneyê kargeha ku ji 60 cure tehman pêk tê hat amadekririn

Ji bo xwarina êvarê ji lijneya navnetewî re kargeheke tehmê hat amadekirin. Bi piştgiriya saziyên herêmî li Qesra Cemîlpaşa kargeha tehmê hat amadekirin û li vê derê 60 cure tehm hat pêşkêşkirin. Li metbexe Qesra Cemîlpaşa di derbarê jiyan û çanda metbexê de agahiyên berfireh hatin pêşkêşkirin.

Ji bo kargehê eleqeyeke gelek mezin hat nîşandan, di nav organîzasyonê de lijne herî zêde ji kargehê bandor bû.

Tehmên ku di nava kargehê de cih girtin ev bûn; bamyaya bigoşt û tirş, mehîr, savara bikereng, hûrika bisîr, qelîsêrk, dizika Amedê, qeliya bibiyok, dolmaya tirş, kebaba cegerê, kebaba cegerê ya biperde, kebaba lule, keşkeya bigoşt, meftûneya bi balîcan û kundir, kofteya bi nîskê Amedê hatiye çêkirin, kutilk, tirşika Amedê, babaqenûç, kofteya tirş, xwarina çirvila, hûr û rovî, çirtmeya kundiran, dolmeya parsûyan, hûrik, dolmeya bikatix, birinca Qerejdaxê, birinca bixêlî, hêta berxê, zerde, gêrmiya ermeniyan, seleteya Amedê, behîv, bostana, nanê birûn yê Amedê, nanê bi neynûk, nanê bisavar, çoregê Amedê, nanê tenûrê, hedik, bastêqa bi gûz û hêk, nanê şilkê, tûyê Amedê, şerbeta tû, gul û reyhanê, sutlu Nuriye, qedayifa amedê…

Ji bo her tehmê di der barê çêkirina wan de qert hatibûn amadekirin û ji aliyê kesên ku çêkirine jî agahî ji bo lijneyê hat dayîn.

Jinan eleqeyeke mezin nîşanî kargeha tehmê dan

Ji bo kargeha tehmê gelek restoran û otel amadekarî kirin lê li gel wan jinên ku di berdewamkirin û parastina xwarinên herêmî de roleke gelek mezin dilîzin di vê kargehê de jî xebateke mezin meşandin. Jinan xwarinên xwe yên herêmî pêşkêşî lijneyê kirin û di der barê wan de agahiyên berfireh dan.

Serokê Lijneya Rêvebir  OBPA Mehmet Kaya di der barê organîzasyonê de axivî û wiha got; “Gastronomî ji bo danasîna çand û turîzma bajarekî roleke sereke dilîze, ji ber vê jî spasiya kes û saziyên ku di vê organîzasyonê de cih girtine dikim. Ji bo jin li herêmê bêhtir bikevin nav karên bi vî rengî em ê hewl bidin xebatan bimeşînin. Em ê bi projeyên xwe yên nû re xebatên sazî, kargeh û kesên herêmî bikin.”