Daxuyani
enkutr

Ji Konsolosxaneya YDA ya Edenê Serîlêdana Şopandina Projeya Meclîsa Jinan

Konsolonsa YDA ya Edenê Alejandro Baez û Ateşeya Çandê Jen Curatola Wozniak hat serdana OBPA’yê û bi Alîkarê Serokê Lijneya Rêveberiyê Ercan Tayınlamak, Endama Lijneya Rêveberiyê Nevin İl, Berdevka Meclîsa Jinan Sevim Vural û Koordînatorê Projeyê Alîkara Sekreterê Giştî ya OBPA’yê Meryem Özdemir Ok re hevdîtin pêk anî. Di der barê Meclîsa Jinan de xebatên ku di 3 mehên dawî de hatine kirin agahî hat dayîn, ji bo demdiyarkirina projeyan û di der barê butçeyan de hevdîtin çêbûn.

Konsolosxaneya YDA ya Edenê da xuyakirin ku girîngiyê didin Projeya Meclîsa Jinan, dê xebatên ku ji bo pêşketina projeyê tên kirin bişopînin.