Daxuyani
enkutr

Ji bo ku li Amedê Platforma Turîzmê were avakirin xebat dest pê kirin

Ji bo ku Platforma Turîzmê ya Amedê were avakirin bi koordînasyona giştî ya odeya me re xebat hatin destpêkirin.

Endamên platformê bi serokatiya Serokê Lijneya Rêveberiyê ya Odeya me Mehmet Kaya re li ser rê û rêbazên xebatên platformê rawestiyan. Li gel avakirina Lijneya Rêvebirinê divê komîsyonên xebatê jî werin avakirin, bi vî rengî yekdengiyek derket holê.