Daxuyani
enkutr

Rojeke dilgeş ya Serokê OBPA’yê Kaya!

Keça malbata Ulaşan Nazli û kurê malbata Kayayan Pr Umît Kaya jiyana xwe kirin yek.

Ji bo dawetê, parlamenterê Amedê û Wezîrê Xurek û Çandiniyê yê berê Mehdî Eker û Kutbetin Arzu, Waliyê bajêr Hasan Basri Güzeloğlu, Serokê TOBB’ê M. Rifat Hisarcıklıoğlu, Serokê Giştî yê Komeleya Perwerdehiyê ya Tirkiyê Selçuk Pehlivanlıoğlu, Serokê Yekîtiya Dermanfiroşên Tirkiyê Erdoğan Çolak, Parlamenterê CHP yê Stenbolê M. Sezgin Tanrıkulu, Parlamenterê HDP yê Amedê Dr. Necdet İpekyüz, Parlamenterê HDP yê Amedê İmam Taşçıer, Hevserokê Şaredariya Bajarê Mezin ya Amedê Dr. A. Selçuk Mızraklı, hevşaredarên navçeyan, endamên ode, borsa û meclîsên herêmê, nûner û endamên SCS bi tevahî nêzîkî 3 hezar kes tevlî dawetê bûn.

Di şevêde muzîk û coş heta dawî hat jiyîn, bavê zavê Serokê  OBPA’yê Mehmet Kaya li derve ber derî mêvanên xwe pêşwazî kir û yek bi yek bi wan re eleqeder bû. Di dawetê de her tişt bi kitekit hatibû fikirîn, mînaka herî baş a mêvanperweriya Amedê di dawetê de hat nîşandan. Berbûyên dawetê têra dilê xwe coş bûn. Ji bo mêvanên ku ji derveyî Amedê hatin jî dawet bû bîreweriyeke berbiçav.

MÊVAN, ŞEVEKE BI DILÊ XWE JIYAN

Daweta ku mêvan ji muzîk û coşê têr bûn heta derengî şevê berdewam kir. Ji bo mêvanan bû şeveke ku qet jibîr nekin. Hunermendên herêmî gelek stranên ku yek ji yekê xweştir bû xwendin û mêvan jî gelek caran hevalkariya hunermendan kirin. Di şevê de Bedrî Ayselî ku ji Amedê ye û hunermendê Wezareta Çand û Turîzmê ye, Ferat Ungurê ku di O Ses  Türkiye de yekemîn hatibû li ser dikê cihê xwe girtin.

JI KAYA SPASÎ

Mehmet Kaya di dawiya dawetê de ji mêvanan re spasiya xwe pêşkêş kir. Kaya axaftina xwe wisa bi dawî kir; “Di serî de ji mêvanên ku di şeva me ya herî watedar de em tenê nehiştin re spasiyên xwe yên jidil pêşkêş dikim. Dîsa ji bo kesên ku nekarîn werin dawetê lê bi riya telefonê em pîroz kirin re jî gelek spas dikim. Bila aqûbet li serê hemû cotên ku ji hev hez dikin be.”