Wezîrê Senayî û Teknolojiyê Mustafa Varank Tevlî Merasîma Vekirin û hîmdanîna Projeyên ku ji Alî OBPA’yê ve tên Birêvebirin bû

Di projeyên ku di sala 2019’an de ji alî OBPA’yê ve hatibûn destpêkirin yên wek Navenda Piştgiriya Peyanerên Amedê û Dibistana Sanayiyê heta astekê bi pêşketine.

Navendên Piştgiriya Perwerdehiyê yên ku piştgiriya wan ji alî Wezareta Senayî û Teknolojiyê ve tê kirin, bi têvlêbûna Wezîrê Senayî û Teknolojiyê Mustafa Varank Tevlî Merasîma Vekirin û Hîm Avêtinê bû.

 

Projeya Navenda Piştgiriya Peyanerên Amedê ku ji alî OBPA’yê ve tê birêvebirin, hîmê wê merasîmekê hat avêtin

Ji pêvajoya piştgiriya cihê kar û kemilîna fikrên înovatîf ên berendamên peyanerên bajarê Amedê kargeh, ji bo plansaziya damezrandina piştgirî û şêwirmendiya teknîkî bi têvlêbûna Wezîrê Senayî û Teknolojiyê Mustafa Varank waliyê Amedê Münir KARALOĞLU, parlamentere Amedê Mehmet Mehdi EKER, Ebubekir BAL, Oya ERONAT û Kutbettin ARZU, Desteya Rêvebir, Endamên Meclîs û Serokê  OBPA’yê Mehmet KAYA û  Nûnerê Sazî û dezgehên Fermî û yên civakî bi Merasîmkê hat  Vekirin. Navenda Piştgiriya Peyanerên Amedê dê di sala 2021’ de bikeve meriyete.

 

Avahiya dîrokî ya ku ji roja hatiye damezirandin û vir ve di kar û barê perwedehiyê de dihate bikarnîn vêga dê wek Dibistana Senayîyê xizmetê bide.

Di çarçoveya projeyê avahiya ku di 1875’an de hatiye çêkirin û heta roja me ya îroyîn weke Dibistana Seretayî, Dibistana Hunerê û Pergala Perwerdehiyê û Hîndekariyê, di sala 2019’an di çarçoveya projeya bi piştgiriya Wezareta Teknolojî û Senayîyê wê êdî weke Dibistana Sanayiyê bê bikaranîn.

 

Di encama xebatên OBPA’yê de li Dibistana Senayîyê ji bo pêşketina ciwanan bernameyên perwerdehiyê dest pê kirin.

Vekirina Dibistana Sanayiyê bi têvlêbûna Wezîrê Senayî û Teknolojiyê Mustafa Varank waliyê Amedê Münir KARALOĞLU, parlamenterên Amedê, Serokê  OBPA’yê Mehmet KAYA Nûnerê Sazî û dezgehên Fermî û yên civakî bi Merasîmkê hat  Vekirin. Di Merasîma Vekirina Dibistana Sanayiyê de Serokê OBPA’yê Mehmet KAYA da zanîn ku di sala 2018an de bi alîkariya wergirtina du projeyan, ji bo piştgiriya aboriya û bi cihkirina ciwanan ya kar me weke armanc daye ber xwe.

Awantaja bajêr ya herî mezin hejmara nifusa ciwana ya zêde ye. Armanca me ewe ku  em di pêvajoya perwerdehî û vekirina kargehan de piştgiriya wan bikin û piştgirî dê bi xwe re pêşketina aborî bîne. Kaya da zanîn ku Navenda Piştgiriya Peyanerên Amedê wê di sala 2021’ê dê bi tevahî vebibe. Lê ev dibistan dê di maweyna 6 mehan de di 35 qadên cuda de bi tevahî 900 kesî di warê teknolojiye de perwerde bike.

Kaya ji bo piştevaniya wan a projeyê, ji Wezîrê Senayî û Teknolojiyê Mustafa Varank ji Waliyê Amedê Münir KARALOĞLU û parlamentere Amedê Mehmet Mehdi Eker’e û ji Ajansa Karacadağê rê spsiyê xwe pêşkeş kirin.

 

Ji bo du projeyên OBPA’yê piştevaniya 7 milyon TL bexş hat girtin

Serokê OBPA’yê Kaya di axaftina xwe de qala Navenda Piştgiriya Dilniwaziyê kir. Avahiya ku li hember Dibistanê û herwiha niha ya ku wek avahiya OBPA’yê ye dê bibe Navende Inîvasyona Gastroyê, di bin kar û barên Metal ya Amedê de, ya bi navê Navenda Perwerdehiya Pîşeyî dê bibe Navenda Veberhênan yê Bangkirinê.

Ji bo her du projeyan ji Wezereta Senayî û Teknolojiyê 7 milyon TL dê wek piştgirî bê girtin; herwiha dê bi derfetên OBPA’yê wê ev derkeve 9 milyona TL’yî.

 

 

Kaya ji bo her du projeyên ku destnîşankirin, ji Wezareta Senayî û Teknolojiyê û ji waliyê Amêdê re spasiyên xwe pêşkeş kirin. Em encama piştgiriyên van projeyan ji niha ve jixwe dibinin. Em weke meclis û rêveberiya OBPA’ ji bo ku ev proje bikevin meriyetê û ji bo projeyên nû, em bi hemû hêza xwe di nava hewildanan de bin û çi ji deste me bê jî em ê bikin.

 

Projeyên Dibistana Senayî û Navenda Gastro Inovasyonê dê piştevaniyekê xurt ji bo Aboriya Bajêr bikin.

Wezîrê Senayî û Teknolojiyê Mustafa Varank di merasîma vekirinê de da zanîn ku bi saya piştevaniya Navenda Piştgirî ya Dilniwaziyê, Dibistana Senayîyê vebû. Varank di axaftina xwe de qala kevnarbûna avahiyê kir.  Avahî sere ewil wek Dibistana Seretayî ava bûye bi dorê bûye Dibistana Hunerê, Navenda Gerînendehiya Perwerdehiyê û niha jî dê weke Dibistana Senayîyî were bikaranîn.

Wezîrê Senayî û Teknolojiyê Mustafa Varank di berdewimiya axaftina xwe de da zanîn ku; dê di bin sîwana Navendê de di rojên pêş de bi saya projeya  Navende Inîvasyona Gastroyê li ser e-Bazirganî, Bazirganiya Derve û Bazirganiya Dîjîtal bernameyên perwerdehiyê bên amadekirin û her du avahiyên dîrokî dê di warê lêkolîn, inovasyon û perwerdehiyê de bên bikaranîn.

Varank Navenda Piştgirî ya Dilniwaziyê û di çarçoveya bernameya pêşketina civakî de me piştevaniya 7 projeyan kiriye û dê ev piştevanî di warê aborî de ji bajêrê me derfetên nû biafirîne.

Piştî axaftinên merasîma vekirinê Wezîrê Senayî û Teknolojiyê Mustafa Varank bawernameyên qursiyerên ku li Dibistana Senayiyê beşdarî qursa Bazirganiya Derve û Perwerdehiya Drone Pilotajê bibûn  da.