Daxuyani
enkutr

JI ÇAPEMENÎ Û RAYA GIŞTÎ Û RE

 

Berdevka Meclîsa Jinan ya OBPAyê Sevim Vural agahiyên di derbarê kar û xebatên ku di maweyna meh û nîvê de hatin kirin de û peywira xwe dewrê Seda Berekatoğlu ya ku bi yek dengî hat hilbijartin kir.

2018an de piştî ku me Meclîsa xwe ya Jina ava kir, ji wê rojê û bi vir ve îro me hêza temsîlîyeta xwe zêde kiriye û bi viya re jî em di warê aborî de daxwaz û xwestekên jinan hê bêtir dikarin bibersivînin û çalaktir bin. OBPA ji alî piştgiriya aborî  ve bihêzbûna jinên peyaner û zêdekirina nimandina jinan ger ji alî meclîsê, ger ji alî komîteyên pîşesaz, ger jî di desteya rêveber de kir. Van piştgiriyan kir ku avakirina Meclîsa Jinan xurt bibe û bêtir xizmetan bike. Ku ev hemî jî ji xwe di nava sozê me yên hilbijartinê de hebûn.

Rêziknameya Meclîsa Jinan ji alî Meclîsa OBPAyê ve hat erêkirin û herwiha ji bo kar û xebatên Meclîsa Jinan budçeya salane hat terxankirin. Di hilbijartina sala 2019an de 230 jinên peyaner ên ku endamên OBPAyê bûn tevlê hilbijartinê bûn me ji wan, ji 48 jinan hilbijartina Meclîsa Jinan pêk anî. Me hewl da ku em xwe bigihînin 2000 jinên ku xwedî û şirîgên kargehan e û herwiha endamên OBPAyê bûn. Me ji wan bi hinekên ku çalak bûn re û bi saziyê civakî yên jinan re, bi hin rêzecivînan xebata rêziknameya Meclîsa Jinan çêkir.

Ev cihê mixabinî û xemgîniyê ye ku me di xebatên qadê dît ku jinên nûner, şîrîg û xwediyê kargehan xuya dikirin bi piranî ev cihên kar ji alî  mêran ve dihatin birêvebirin. Me di amedekariyên avakirina Meclîsa Jinan, ya ku li Tirkiyê yekemin e û tu mînakên wê tune ne, de dît ku bê jin çawa di qada aborî de rastî astengiyên mezin tên û herwiha di tevlêbûna wan ya van sazî dezgehan de bi pirsgirêkên çiqas dijwar re rû bi rû dimînin û mixabin me dît ku jin bi xwe jî biyaniyên vê qadê bûn û jê dûr bûn. Tevî van hemû dijwarî û zehmetiyan di mabeyna sal û nîvekê de  Meclîsa Jinan ya ku hatibû hilbijartin bi peyanerên jin re pêwendî xurt kirin  û di kar û xebatên OBPAyê de nûnertiya jinan pêk anîn. Ev pir eşkere ye ku li welatên weke Tirkiyê di sazî dezgehên aborî yên weke Odeya  Bazirganî û Pîşesaziyê ya Amedê de hebûna jinan çend hejmarên tiliyan derbas nakin. Lê li OBPAyê bi 48 jinan avakirina Meclîsa Jinan, cih girtin û çalakbûna wan di komîsyon û kar û barên odeyê de serkeftineke pir mezin e.

Kedeke mezin ya lijneya damezirîner, jinên ku tevlê vê hilbijartinê bûn, saziyên civakî yên jinan lijneya birêvebir û berdevkê heyamê di vê pêvajoya serkeftina Meclîsa Jinan de heye. Piştî avakirina Meclîsa Jinan û ji wê û vir ve, di nava sal û nîvekê de jin êdî di kar û barên Odeyê de berbiçav in , xwedî bandor in û ji alî nêzîkatî hişmendiya di vê mijarê de jî gelekî pêşketin çêbûn.

Bi taybetî ji bo piştgirî û xurtkirina jinên peyaneran hin reze perwede pêk hatin, herwiha ji bo pêşketina pêwendiyan di qada netewî û navnetewî de hevdîtin û karê û barên lobiye hatin meşandin. Di encamên van xebatan de ji sefîrê ABD yê piştgirî hat girtin. Bi beşdariya Melîsa Jinan û jinên peyaner di warê hunerên têkiliyê, peyaneriya jinan û piştgirî, guherîna avhewayê û jin, bazarkirin, peyaneriyên civakî û hwd bernameyên perwerdehiyê hatin li darxistin.

Di sala 2019an de bi beşdariya saziyên civakî yên Hindê, Îran, Îtalya û Amerîqayê bi mijara “Di Qada Aboriyê de Jin” konferansek hat plankirin, hin karen wê yê amadehiyê jî hatin kirin lê ji ber pandemiyê ev konferans betal bû.

Bi rêya komîsyonên ku Meclîsa Jinan bi xwe çêkiribûn, bi jinên Wan, Dêrsim, Colemêrg û bajarên vê heremê re pêwendî hatin danîn, civîn hatin li darxistin cerebeyên Meclîsa jinan û kar û xebatên wan hatin ragihandin.

 

Ji alî Meclîsa Jinan ve peyaneriya jinan, di pêvajoya biryargirtinê de tevlêbûna jinan, pirsgirêkên di warê aborî de bi nûnertiya jinan re hat nîqaşkirin, bi tevlêbûna 150 jinî di organîsazyona workshopê fikrên jinan hatin girtin. Di vê serdemê de nûnerên Meclîsa Jinan yên OBPAyê bi awayekê çalak tevlê komîsyonên pîşeyan jî bûn û bi beşên din re karen hevpar meşandin. Ew jî tevlê kar û barên lobiye yên odeyê bûn û di van hevdîtinan de ji bo van kare aborî nêrîna jînê ragihandin.

Di “Pêşengeha Tehmên Heremî û Gurmeyê” de stand vekirin û xwarin û vexwarinên Amadê dan nasîn. Bi taybetî êdî di hin kargehan de xwarinên ku nayên çêkirin û li ber wendabûnê ne, lê li malê bi tenê xwarinên ku ji alî jinan ve tên çêkirin ji bo wan çalakiyên workshopê hatin çêkirin.

Ji bo berdewamiya Xebatên ku di çarçoveya pêşengehê de dest pê kirin û piştevaniya tehmên heremî û hilberîna wan û ji bo ku di Projeya Kargîniya Birca Keçikan de cih bigirin erebeyê firotinê hatin sêwirandin.

Di dawiya vê salê de projeya ku 2019an de hatiye amadekirin û piştgiriya wê teqez bûye dê bikeve meriyetê. Di çarçoveya vê projeye de perwerdehiya jinan ya ku ji bo xwarinên paqij û firotina hilberînên jinan, çêkirina qadên servekirî û portatif cih digirin. Dê ev xebat di bernameya Meclîsa Jinan ya 2021 de cih bigire.

Ji bo nasîna Meclîsa Jinan li gel tevlêbûna Pêşengeha Gurmeyê ya Amedê,  Pêşengeha Amedê ya Îstihdamê û Pêşengeha Antalyayê  Yörex de ji bo piştevaniya jinên peyaner tevlêbûn çêbûn. Di vê serdemê de serdana cihê karên nûnerên Meclîsa Jinan hatin kirin û li ser pirs û pirsgirêkên wan gûftûgo hatin kirin. Ev serdan ji bo piştevanî û pêwendiyên nava jinên peyaner gelekî girîng û sûdewar bûn.

Meclîsa Jinan di 8 Adara 2020an de ji bo jinan şeveke pîştevaniyê li dar xist. Meclîs ne tenê li ser pirsgirêkên aborî, bi pirsgirêkên sîyasî û civakî û tunduya li hember jinan û li hember her cudapereziyê jî ketiye nava hewldanan û dem deme hizr û ramanên xwe bi raya giştî re parve dike û têkoşe. Meclîsa Jinan di bin banê OBPAyê de ji bo ku bi rêk û pêk xwe bigihîne jinên peyaner û piştevaniya wan bike, ji bo vê jî bi beşeke taybet ya ku bi van karan re eleqedar be hat avakirin.

Bi alîkariya vê beşa ku 2019an de vebûye jinên ku qeyda wan li OBPAyê hebin û yên ku bixwazin karê xwe bi xwe birêve bibin ji beşê sûdê digirin. Herwiha cardin bi alîkariya vê beşê jinan bêtir berê xwe dan odeyê, jinên ku tên OBPAyê bi vî rengî Meclîsa jinan jî nas dikin û bêhtir piştgiriyê dikin.

Di mabeyna vê sal û nîvê de xebata girîng ya din jî pêwendiyên bi kooperatîfên jinan re bûn. Li Licê piştevaniya hilberînên kooperatîfa jinan yên weke penêr û cawkariyê hate kirin. Ji bo hilberînê Meclîs piştevaniya Kooperatîfên Amedê yên din jî dike. Kooperatîfên din yên ku ji bo hilberînê di nava hewildanê de bin û pêdiviyên wan yên wek makîne, xebatkar, firotin û  amadekirina projeyan hebin tên bersivandin.

Ji ber rêbaza sektorên taybet, ji ber sedemên ku jin li cihê kar rastî hin ciyawaziya tên, bi hin pirsgirêkan re rû bir û dimînin û ji ber sedeman ku rola li jinê hatiye barkirin, jin li Amedê pir zêde ne di nava hilberînê û kar û baran de ne.

Bi giştî nûfûsa bajêr ji %52ên wî di navbera salên 0-24 de ne, nîvê vî nifûsî jî jinên ciwan in. Ji alî aborî ve ji bo serkeftina jinên ciwan projeyên ku ji alî OBPAyê ji bo perwedehiya wan hatine amadekirin dê di sala 2021ê de dest pê bikin.

Serdema pandemiyê bandora xwe li hemû qadan û kar û xebatan kir, herwiha bi vê bandora neyînî xebatên Meclîsa Jinan jî qels bûn. Bi vê nexweşiyê re barê jinan yê kar ji yê mera girantir bû. Ji ber kar û  barên malê jinên peyaner û jinên ku dixebitin di vê serdema nexweşiyê de ji bo kar û xebatên dildarî yên saziyên civakî nikaribûn dêmê veqetînin. Li bajêr di encama lêkolînên Meclîsa Jinan de jî derket holê ku, pirsgirêkên ku jin rû bi rû diman zêdetir bûn. Herwiha di cihê kar de pirsgirêkên aborî û tundiya li hember jinê hê jî zedetir bûn.

Di mabeyna vê sal û nîvê de xebat û projeyên ku me dest pê kiribûn dê ji vir pê de dê pêşiyê li kar û barên din jî veke. Weke ku me di rêziknameya Meclîsê de jî diyar kiribû îro em berdevka serdemê diguherînin. Berdevkiya ku ev sal û nîvek bû min dikir, ez ê dewrê Seda Berekatoğlu bikim. Xebatên ku di vê serdemê de dest pê kirin û hê jî berdewam dikin, dê di berdevkiya hevala me de bidomin.

Di pêvajoya avakirina Meclîsa Jinan de û di vê sal û nîvê de hevalên ku em tev bi hev re xebitîne û ji Desteya Rêveberiya ya Meclîsa OBPAyê spasdar im.

Ji bo ku ev modela ku me tevan bi hev re derxist holê berdewam bike, hê bêtir belav bibe em ê tev bi hev re bi endamên Meclîsa Jinan re kar û xebatên xwe bidomînin.