Daxuyani
enkutr

OBPA’yê ji bo ku Şikeftên Hasûnê têkeve lîsteya demkî ya UNESCOyê xebat dane destpêkirin

Odeya Pîşesazî û Bazirganiyê ya Amedê, ji bo Şikeftên Hasûnê ku li Farqînê ye û bermayiyên jîngehê ku ji dema mezolîtîkê lê hene, ji bo ku têkeve lîsteya Mîrateya Demkî ya Dinyayê ya UNESCOyê xebat dane destpêkirin.

OBPA’yê ji bo Şikeftên Hasûnê ku li navçeya Farqînê ya Amedê ye û tê de bermayiyên jîngehê yên ji serdema beriya zayînê hezar salan heta sedeya 13’an hene, têkeve lîsteya Mîrateya Demkî ya Dinyayê ya UNESCOyê, ji Wezareta Çand û Turîzmê re daxwazeke nivîskî şand. Şikeftên Hasûnê bi qewartina parçayên zinaran hatiye çêkirin, nêzîkî 300 odeyên wê hene û bi vî şiklê xwe dişibe qeleyekê. Şikeftên Hasûnê bi lokasyona  herêm  û  bi hejmara şikeftên xwe ve yek ji cihên taybet ên Anatoliyayê ye. Armanc ew e ku dê Şikeftên Hasûnê hem di qada netewî  hem jî di qada navneteweyî de werin nasandin û parastin.