Li Sektora Tekstîlê ku yek ji Lokomatîfa Îstîhdamê ye Fîrma nekarîn ji Piştevaniyan îstîfade bikin

Ji aliyê Odeya Pîşesazî û Bazirganî û Komeleya Karsaz û Pîşesaziya Tekstîlê ya Başûrêrojhilatê ve di 11-12 Gulana 2020an de  bi 107  fîrmayên ku li sektora tekstîl û cil û bergên hazir  de kar dikin re hevdîtin hatin çêkirin. Fîrmayên ku bi wan re hevdîtin hatine çêkirin ji wan %26 li OSByê, %74 ji wan jî li derveyî OSByê fealiyetên xwe dewam dikin. Wadeya fealiyetên %55,5 fîrmayan di biniya 10 salan de ye.  % 75,5 bi pîvaneka  mîkro û biçûk, ji %17,2 bi pîvaneka nîvekî ye. Di vegira lêkolînê de ji fîrmayan bandora pêvajoya pandemiyê  ya li ser hilberînên wan û ji tedbîrên aborî û îstîhdamê çiqas îstîfade kirine hatin pirsin.

Li gor encamên lêkolînan;

Ji %78,2 fîrma ku hevdîtin bi wan re hatine kirin di bin bandora pêvajoya pandemiyê de mane. Fîrma, kapasîteya hilberanê kêm kirine, derbasî hilberana nîv danî bûne yan jî hilberînên xwe dane rawestandin. Di vê serdemê de rêjeya fîrmayên ku hilberana xwe dane rawestandin %53,7 e. Ji fîrmayan tenê %7,3 hilberînên xwe bêyî rawestan birêkûpêk dane meşandin. Ji %2,7 hilberînên xwe zêde kirine bi vî awayî ji bo pêdiviyên ekîpmanên pêvajoya  pandemiyê wek (maske, tulim, bone)hilberandine.

Fîrmayên ku bi wan re hevdîtin hatine kirin %79,1  ji wan kirêdar in û %69,1 ji wan jî kireyên xwe nekarîne bidin.

Di serdema pandemiyê de ji bo piştevaniya hilberînên fîrmayan tehsîsata xebatê ya kurt, taloqkirina deynan û piştevaniya krediya bankayê hatine diyar kirin.

Ji vê tehsîsata kurt %23,40  fîrma, ji 5604 xebatkaran %23,86 kes jê îstîfade kirine. Ji bo tehsîsata xebatê ya kurt %38,2 fîrma serlêdan kirine. Ji 5.604 xebatkaran %48,11 ji wan ku li 107 fîrmayan dixebitin ji bo wan serlêdan hatine kirin (2.696 xebatkar) ,serlêdanên xebatkaran ku hatine çêkirin ji wan %49,59 (1.337 xebatkar) ji vê piştgiriyê îstîfade kirine.

Ji %75,9 fîrmayên ku serlêdanên xwe kirine û ji piştgiriyê nikarîbûne îstîfade bikin, merca prîm a 450 rojan pêk neanîne. %55,5 fîrmayên ku bi wan re hevdîtin hatine çêkirin ji ber ku wadeya fealiyetên wan di biniya 10 salan de bûne, dema pirsgirêkên resen a herêm û gurahîya fîrmayên ku bi pîvanga mîkro ya li bajarê me li ber çavan werin girtin, merca prîmê ya 450 rojan ji bo Amedê paşwendîyek çêkiriye.

Di fîrmayan de, vê serdemê de hejmara xebatkarên ku derketine tetîla bipere 1.096, hejmara xebatkarên ku derketine tetîla bêpere 256 ye. Ev rewş bûye sedem ku rêjeyên bêkariya berz a li bajêr zêdetir bibe.

Deynên krediyên %64,6  fîrmayan bi wadeyên dirêj û nîvekî ji bo bankayan  hene. Ji bo piştgiriyên krediyan ji %50,9  fîrmayên ku bi wan re hevdîtin hatine kirin serî lê dane. Di nav sedemên serîlênedanên wan de deynên wan ên krediyê yên heyî û sicîlên wan hene. Fîrmayên ku serî lê dane ji wan tenê %62,50 karine krediyê werbigrin.

Dema bi giştî meriv binirxîne rêjeyên tedbîrên ku jê îstîfade kirinê gelek kêm in.

Fîrma:

 

 

–         Ji piştevaniya krediya bankayê %81

–        Taloqkirina deynê bac û SGKyê  %91,5

–        Ji tehsîsata xebatê ya kurt jî %76.60

–        Ji talokkirina deynê kredî û bankayê %92,0

 

jê nekarîn îstîfade bikin.

Ji fîrmayan %73,6 ê wan diyar kirin ku piştevaniyên ku di serdema pandemiyê de hatin dayîn bêkêr bûn.