Li OSBya Amedê tesîsa panela sandvîcê ya pêşîn dest bi hilberînên xwe kirin

Serokê Lijneya Rêveberiya DTSOyê Mehmet Kaya û Endamên Lijneya Rêveberiyê, serdana fîrmaya  Sîstemên Cepe û Serbanê ya Atlas Panelê ku tesîsa panela sandvîcê ya pêşîn a li Amedê ye, kirin.

Serokê Lijneya Rêveberiya DTSOyê û Endamên Lijneya Rêveberiyê, serdana fîrmaya Atlas Panelê ya Abidin Kakdaşî, ku li  3. Herêma Sanayiya Organîzeyê ya Amedê de ye, kirin. Kakdaş, ji bo tesisê wisa got: “Atlas Panel ku tesîsa panela sandvîcê ya pêşîn a li Amedê ye, li qadekî 500 metresêcar de karê xwe dikin. Di sala 2019an de me dest bi hilberînên xwe kir, vê gavê em ji bo piyasaya hundir dixebitin. Ji bo îhracatê jî xebatên me didomin. Li tesîsê ku  madeya xam û mehsûlên kîmyewî ji derve de tên peydakirin, bi makîneyên teknolojîk ên baş hilberînên bikalîte dikin. ”

 

Em li ser navê Odeya Pîşesazî û Bazirganiya Amedê, ji bo Fîrmaya Sîstemên Serbana Panalê ya Atlasê ku li gor fîrmayên li bajarên din de kar dikin ji wan tiştên erzantir û bikalîte hildiberînin, serkeftinê dixwazin.

Delegasyona DTSOyê pişt re serdana, Fabrîqeya Êmê ya Yerginlerê ku li 1. Etaba Herêma Senayî û Organîzeya Amedê ye, kirin û ji rayedarên febrîqeyê Suat Yergin û Fuat Yerginî derbarê febrîqayê de agahî girtin.