Kurteagahiya DTSOyê ji bo Waliyê Amedê birêz Munîr Karaloğlu

Bi beşdariya Waliyê Amedê birêz Munîr Karaloglu, Serokê Odeya Pîşesazî û Bazirganî ya Amedê Mehmet Kaya, Serokê Meclîsê Celalettîn Bîrtane, Endamên Lijneya Rêvebiriyê ya OBPA’yê, Lijneya Muteşebîsî ya Ciwanan a TOBB’ya Amedê, Meclîsa Jinan a OBPA’yê, Weqfa Çand û Zanistiyê ya OBPA’yê, HPO Karacadag, Tekstîl Îhtîsasa HPO’yê, Serokên KSS’yê û Midûrên Saziyên Giştî ra civînek pêk hat û di civîne de li ser mijara xebatên pêşketina aboriyê yên bajêr û projeyên ku di meriyetê de ne guftûgo hatin kirin.

Kurteagahiya ku ji aliyê Serokê Lijneya Rêvebiriyê yê OBPA’yê Kaya ve hat dayîn de tevî  mijarên binesazî û seravaniyê, derbarê mijar û projeyên wekî HPO, Sîteyên Biçûk ên Pîşesaziyê, Navenda Lojîstîkê, pêşketinên aborî û turîzmê de agahî hatin dayîn.