Encamên Anketa Nirxandina Fîrmaya Krîza Covid-19 a DTSO û OSB’ya Amedê hat eşkere kirin

Bi hevkariya Herêma Pîşesaziya Organizeya Amedê  û Odeya Pîşesazî û Bazirganiya Amedê  ji 212 fîrmayên ku di navbera 11-12ê Gulana 2020an de li herêma Pîşesaziya Organîze ya Amedê  fealiyet nişan dane ji wan bi 152 fîrmayan re  hevdîtinên rûbirû hatine kirin. Xebatên lêkolînan ji bo hemû fîrmayên sektoran  ku di binesaziya Osbyê de ne hatine çêkirin. 152 fîrmayên ku bi wan ra hevdîtin hatine çêkirin ji wan sedî 60,5 fîrma xwedî wadeya fealiyetê ya binê 10salan in, ji wan %77 jî mîkro û bipîvang in. Di bergeha lêkolînê da ji fîrmayan bandora pêvajoya pandemiyê  ya li ser hilberînên wan û ji tedbîrên aborî û îstîhdamê çiqas îstîfade kirine hatin pirsin.

Li gor encamên lêkolînan;

Ji %82,3 fîrma ku hevdîtin bi wan re hatine kirin di bin bandora pêvajoya pandemiyê de mane. Fîrma, kapasîteya hilberanê kêm kirine, derbasî hilberana nîv danî bûne yan jî hilberînên xwe dane rawestandin. Di vê serdemê de rêjeya fîrmayên ku hilberana xwe dane rawestandin %25,1 e.

Di serdema pandemiyê de ji bo piştevaniya hilberînên fîrmayan tehsîsata xebatê ya kurt, taloqkirina deynan û piştevaniya krediya bankayê hatine diyar kirin.

Ji vê tehsîsata kurt %29 fîrma, ji 7.697 xebatkaran %23,57 kes jê îstîfade kirine. Ji bo tehsîsata xebatê ya kurt %53,9 fîrma serlêdan kirine. Ji 7.976 xebatkaran %42 ji wan ku li 152 fîrmayan dixebitin ji bo wan serlêdan hatine kirin (3.347 xebatkar) ,serlêdanên xebatkaran ku hatine çêkirin ji wan %56,17 (1.1880 xebatkar) ji vê piştgiriyê îstîfade kirine.

%85,5 fîrmayên ku serlêdanên xwe kirine û ji piştgiriyê nikarîbûne îstîfade bikin, merca prîm a 450 rojan pêk neanîne. %60,5 fîrmayên ku bi wan re hevdîtin hatine çêkirin ji ber ku wadeya fealiyetên wan di biniya 10 salan de bûne, dema pirsgirêkên resen a herêm û gurahîya fîrmayên ku bi pîvanga mîkro ya li bajarê me li ber çavan werin girtin, merca prîmê ya 450 rojan ji bo Amedê paşwendîyek çêkiriye.

Di fîrmayan de, vê serdemê de hejmara xebatkarên ku derketine tetîla bipere 632, hejmara xebatkarên ku derketine tetîla bêpere 1.117 ye. Ev rewş bûye sedem ku rêjeyên bêkariya berz a li bajêr zêdetir bibe. Hatiye diyarkirin ku %57,40 fîrma, di vê serdemê de, kire, fatûre, bac, SGK, maeşên xebatkaran, deynên kredî û bankayan nekarîbûne bidin.Fîrmayên herêm û bajaran ku beriya pandemiyê ji aliyê aboriyê ve tengasî dikşandin vê serdemê de bi tengasî û pirsgirêkên gelek dijwar re rûbirû man. Ji bo dêsteka krediyan, %57 fîrmayên ku bi wan re hevdîtin hatine çêkirin serî lê dane. Di nav sedemên serî lê nedanê de rolên sicîla fîrmayê û deynên krediyê hene. Fîrmayên ku serî lê dane ji wan tenê %51,2 karine krediyê werbigrin.

Dema bi giştî meriv binirxîne rêjeyên tedbîrên ku jê îstîfade kirinê gelek kêm in. Fîrma tenê:

 

–         Ji piştevaniya krediya bankayê %20,30

–        Taloqkirina deynê bac û SGKyê  %18,40

–        Ji tehsîsata xebatê kurt jî %29 jê îstîfade kirine.

 

Ji fîrmayan %84 fîrma diyar kirin ku piştevaniyên ku di serdema pandemiyê de hatin dayîn bêkêr bûn.