Testên antîkorê yên xebatkarên OBPA’yê negatîf derketin

Sekreterê Giştî yê Odeya Bazirganî û Pîşesaziyê ya Amedê Ferdanî Gokdere, diyar kir ku testên antîkorê yên xebatkarên OBPA’yê negatîf derketine. Gokdere axaftina xwe wisa berdewam kir: “COVID-19 li hemû cihanê di werî di warê aborî û hema hema di hemû waran de awayekî neyênî bandorekê çêkiriye, li welatê me jî di gelek waran de bandoreke neyênî çêkiriye. Ji bo ku astengiyên di warê jiyana bazirganiyê de derketine holê hinek kêm bike û pêşiya belavbûna nexweşiyê bigre, odeya me ji roja ku nexweşî dest pê kiriye ji bo menfaatên endamên me di avahiya odeya me ya xizmetê û di hemû yekîneyên me yên xizmetê de hemû bergirî hatine girtin û xizmeta xwe berdewam kiriye. Ji hesabên medyaya civakî, malper û komên Whatsappê peyamên agahdarkirinê her gavê hetine kirin û xizmet bêyî ku asteng bibin hatine kirin.

Odeya me, piştî ku pêvajoya ji aliyê Lijneya Zanistê ya girêdayî Wezareta Tenduristiyê ve pêvajoya testên antîkorê hat destpêkirin, ji bo ku tenduristiya xebatkarên xwe em jî beşdarî vê pêvajoyê bûn û bi serkeftî me testên xebatkaran pêk anî.”

Gokdere got; “Tenduristiya xebatkar û endamên me yên ku em xizmeta wan dikin ji bo me peywira eslî ye. Di vê derbarê de encamên testên antîkorê yên ku me li xebatkarên ku kirine negatîf derketin. Ev yek jî nîşan dide ku bergiriyên ku di pêvajoya pandemiyê de me girtine bi awayekî serkeftî encam daye. Di vê pêvajoya zor û zehmet de xebatkarên me li gor bergiriyan tevgeriyane û karên endamên me bêyî ku asteng bibe hatiye meşandin. Ew ê ev hesasiyeta me bi vî rengî bidome.”

Gokdere herî dawî da zanîn ku pêvajoya pandemiyê hîn jî didome, divê endamên me û hemwelatî li gor bergiriyên ku Wezareta Tenduristiyê diyar kirine tev bigerin, ev mijar gelek girîng e.