JI SAZIYÊN SIVÎL ÊN CIVAKÎ JI BO GELÊ AMEDÊ BANGEWAZÎ

Nexweşiya Koronavîrus a ku wek pandemî hatiye ragihandin ku ji Çînê dest pê kir û li hemû cihanê belav bû, hemû warên jiyanê bandor dike. Ji bo ku em karibin pêşiya encamên neyênî û mirinan a vê nexweşiya ku cihan û welatê me tehdît dike bigirin, riya herî aqilane divê em bergiriyan bi cih bînin û belavbûna nexweşiyê qut bikin.

Ji bo ku tenduristiya welatiyên me were parastin bi bergiriyên ku li bajarê me hatine girtin, xebatên hevpar ên kamû, sektora taybet, em rêxistinên civakî û rêxistinên ked-pîşeyî berdewam dikin.

Talûkeya nexweşiyê berdewam dike. Di derbarê kontrola nexweşiyê de di destê me tu dane tune ne. Em bi nexweşiyeke ku belavbûna zêde ye, aşiyeke bibondor û tedawiyeke wê ya tê zanîn tune ye re rû bi rû ne. Ji ber van sedeman bergiriyên ku têne girtin ji bo tenduristiya mirov ve gelek girîng e û di heman demê de ew qas jî pêwîst e. Lê li gel ew qas bergiriyan li bajarê me di demên dawî de di derketina bûyeran de bi awayekî derasayî zêdeyî çêdibe. Ku ev lezbûna zêdebûna bûyeran bi vî rengî bidome ew ê encamên nexweş bi xwe re bîne, binesaziya tenduristiya bajêr bi awayekî neyênî dikare bandor bibe.

Di nexweşiyê de riya serkeftinê pêşîgirtina belavbûna nexweşiyê ye. Divê em temasa mirovan ji hev qut bikin û nehêlin ku nexweşî derbasî mirovên bitendurist bibe.

Ji bo ku bûyerên ku di demên dawî de zêde dibin hîn jî belav nebe, mirov nemirin û jiyana civakî-aborî ya bajarê me raneweste;

  • Em pîvanên hîjyena şexsî bi cih bînin.
  • Di vê demê de divê em hatina cem hev ya ku ew ê nexweşînê belav bike (çalakiyên wek serdanên malan, dawet, nîşan, mewlûd) bi paş de bixin.
  • Ji bilî rewşên mecbûrî heta ji me tê em dernekevin derve, li malên xwe bimînin.
  • Li cihên ku mirov lê hene divê em dev û pozê xwe bi rûpoşan bigirin.
  • Di wesayîtên veguhastinê û cihên wek navendên dan û stendinê de rêgezên parastina mesafeyê (Herî kêm 2 metre) pêk bînin.
  • Her gava ku em ji neçarî ji malên xwe derdikevin divê em rûpoşên xwe bi kar bînin, destên xwe her gavê bi sabûnê bişon.

Ji bîr nekin ku encax em dikarin van rojên zehmet bi hev re rêgezan bi cih bînin, hevkariya civakî pêk bînin ji binî derkevin.

 

Odeya Bazirganî û Pîşesaziyê ya Amedê

Borseya Bazirganiyê ya Amedê

Yekîtiya Odeyên Esnaf û Zenatkaran a Amedê

Baroya Amedê

Odeya Muşavîrên Malî û Jimaryarên Serbest a Amedê

Odeya Tabîban a Amedê

Lijneya Koordînasyona Bajêr a TMMOB’ê

Platforma Şaxên KESK’ê ya Amedê

Serokatiya Koordînasyona Bajêr a Odeyên Zîraetê ya Amedê

Odeya Dermangeran a Amedê

Odeya Hekîmên Diranan a Amedê

Federasyona Komeleyên Pîşesaz û Karsazan a Rojhilat û Başûrê Rojhilat

Komeleya Pîşesaz û Karsazan a Amedê

Meclîsa Jinan a Odeya Bazirganî û Pîşesaziyê ya Amedê

Şaxa Amedê ya MÜSİAD’ê

Komeleya Karsazên Rojhilat û Başûrê Rojhilat

Lijneya Peyanerên Ciwan a Amedê ya TOBB’ê

Lijneya Peyanerên Jin a Amedê ya TOBB’ê

Komeleya Jinên Karsazên Peyaner ya Amedê

Serokatiya Herêma Organîze Pîşesaziyê ya Amedê

Komeleya Karsazên Organîze Pîşesaziyê ya Amedê

Şaxa Amedê ya TÜMSİAD’ê

Komeleya Karsaz û Pîşesazên Tekstîlê ya Başûrê Rojhilat

Komeleya Mermervan û Madenvanan a Amedê

Şaxa Amedê ya HAKSİAD’ê

Komeleya Jinên Karsaz a Amedê

Komeleya Karsazên Ciwan a Amedê