Ji OBPA’yê ji bo cihên kar standa dezenfektanan

Alîkarê Serokê Lijneya Rêveberiya Odeya Bazirganî û Pîşesaziyê ya Amedê Erdal Avşar got ku, yek ji xebatên ku di bin banê OBPA’yê ve têne kirin jî ji bo bergiriyên Cocîd 19 ji bo ku kargeh tev hişyar bin û li bergiriyan miqate bin belavkirina berên hîjyenê gelek girîng e.

Avşar da zanîn ku tenduristiya gel li ser her tiştî ye, di vê demê de yek jê xebatên piştgiriyê yên ku kirine jî belavkirina standên dezenfektan in. Avşar got; “Di têkoşîna Koronavîrusê de ji bo ku tenduristiya gel were parastin û ji bo vê yekê pêşiya nexweşiyê were girtin, wek ode em jî bi nexweşiyê re têkoşîna xwe dikin. Di vê çarçoveyê de di market, otel, kafe û cihên karên ku li bajarê me ne de, me standên dezenfektan bi cih kirin û di derbarê têkoşîna bergiriyan de me agahdarî kirin. Ji bo ku em karibin pêşiyê li vakayên koronavîrusê bigirin divê em rûpoş bikar bînin, mesafeya xwe ya civakî biparêzin û li hîyena destên xwe baldar bin. Divê kargeh jî xebatkarên xwe agahdar bikin û berên hîjyenê li cihên kar bigirin, bi vî rengî bergiriyên xwe bigirin. Ji bo têkoşîna li hember nexweşiyê divê em rêgezan bi hev re pêk bînin.”