Ji DTSOyê ji bo Bankayên Dewletê Seredana Spasiyê

Serokê Komîteya Rêveberiya Odeya Pîşesazî û Bazirganî ya Amedê Mehmet Kaya, Serokê Meclîsê Celalettin Birtane û Endamên Komîteya Rêveberiyê, serdana Mudirê Herêma Halk Bankê Tuncay Baytaşoğlu, Midurê Herêma Ziraat Bankê Fersent Adıyaman û Midurê Herêma Vakıfbankê Uğur Elhanayî kirin. Serokê Komîteya Rêveberiya Odeya Pîşesazî û Bazirganî ya Amedê Mehmet Kaya derheqê seredanan de wiha got: “Sektorên bankayan ku girîngtirîn dînamîkên rêya aboriya pêşketina netewî û bazirganiyê vedike divê di serdemên awarte de berpirsiyariyên xwe bi baldarî bi cih bînin.

Tedbîrên ku ji bo pêşîgirtina şewba Covid-19ê de hatibûn girtin, ji aliyê aboriyê de tengasiyên gelek mezin li sektorên taybet kir. Di vê rewşa awarte de divê hemû banka ji bo çareseriyê di nav hewladeneke mezin de bin.

Divê hemû bankayên dewletê di vê pêvajoyê de berpirsiyariyên girîng hilgirin ser xwe. Her wiha xizmetên bankayên dewletê, ji bo berdewamiya aboriya camîaya kar gelek girîng e. Em destxweşiya bankayên dewletê dikin ku di vê pêvajoya awarte de ji bo gel, xizmetên giranbiha û bênavber dane. Ev ked û xizmetên wan, rayedarên camiaya kar jî kêfxweş kiriye.

Ji bo ked û xizmetên bankayên dewletê em spasiya xwe pêşkeşî midur, rêveber û hemû kedkarên bankayan dikin.”