Xizmetên Dokumentên Odeyê ya Online

Endama/ê rêzdar;

Di çarçoveya tedbîrên şewba Koronavîrusê de ku metirsiyeke mezin li ser temamê cîhanê çêkiriye em ji bo xizmet û piştevaniya te;

Belgeya Fealiyetê ku ji aliyê saziya me ve hatiye amadekirin, Belgeya Qeyda Sicîlê ya Saziyê, Belgeya Rewşa Îhaleyê û Belgeyên Daxwazker ên Xwemalî  ji adresa www.dtso.org.tryê ku di menuya Servîsa Onlineê de ye ji butona Xizmetên E-Dokumentê bêyî ku li aîdat û deynê te binêrin bê pere tu dikarî werbigrî.

Di van servîsan de divê tu destpêkê endama/ê vê sîstemê bibî. Dema qeyda endamtiyê de sîstem dê ji te saziya ku tu girêdayiyî(Odeya Pîşesazî û Bazirganî ya Amedê) Hejmara Baca te ya Fîrmayê (ji bo şexsan bi hejmara nasnameyê ya T.C.yê) û hejmara nasnameyê ya berpirsa/ê Fîrmayê bixwaze. Heke tu berê endam bûyî tu dikarî bi agahiyên xwe yên endamtiyê têkevî sîstemê. Ji bo rê û rêbazên servîsê ku tu sîstemê çawa bi kar bînî nîşanî te bide û hin pirsgirêkên ku îhtîmalek tu lê rast werî bikaribî çareser bikî vê lînka jêrîn bitikîne. Her wiha em ê li avahiya xwe ya Xizmetê ji bo piştevaniyê, xebatên xwe bidomînin.

Serlêdana Rojnameya Sîcîl a Bazirganiyê ya hatiye tesdîqkirin ji navnîşana www.ticaretsicil.gov.tryê bi îmzeya elektronîk dikarî bi awayekî online çêbikî.

Bi rêzdarî erz dikim.