Mehmet Kaya ji bo vexwazên kamuyê yên sektora taybet daxuyanî da

Serokê Komîteya Rêveberiya Odeya Pîşesazî û Bazirganî ya Amedê Mehmet Kaya ji bo vexwazên kamuyê yên sektora taybet daxuyanî da. Di daxuyaniya xwe de wiha got;

Li welatê me di van salên dawiyê de, di qada aboriyê de geşedanên girîng çêbûn. Bi şewba vîrusê re kar û xebat carekî de sekinîn. Temamê cîhanê de digel metirsiya mirina însanan krîza aborî ya kurewî  jî dê bandoreke xirab li ser hemû cîhanê  çêbike.

Li welatê me li aliyekî dema rêjeya  bazirganiya derve û pîşesazîbûn zêde dibû li aliyekî jî xanî, çûnehat, komunîkasyon, perwerdehî, tenduristî û veberdêriya cemaweriyê jî her wisa zêde bû. Ji bo jiyaneke bi hêz veberdêrên cemaweriyê bandoreke erênî li ser jiyana civakî, çandî û aboriyê çêdikir ku bi çêkirina xaniyên komelî, xizmetên tenduristiyê wesfa civakê roj bi roj bilindtir dikir. Welatê me wek qada şantiyeyê her tim lê  îhaleyên cemaweriyê dihat kirin, serî de fîrmayên teahhutan, her wiha fîrmayên tedarekan, li ser bazirganiyê potansiyelên xwe bihêztir dikirin.

Sektorên taybet jî bi binesazî û jêresaziyên xwe ji bo berdewamî û bihêzkirina wesfên xizmetên xwe yên tenduristî û pîşesazibûnê kedeke mezin û giranbiha da. Her çi qas pereyên hin fîrmayên teahhutan di roja xwe da nedihat dayîn jî mewdûatên wan di roja xwe de dihat dayîn. Digel van pirsgirêkan Sektorên Taybet karên xwe bi derfetên xwe, bi çavkanî û krediyên bankayan ku hemû di bin berpirsiyariya wan de bû bi ked û xebateke mezin, dema xwe de temam kir. Her wisa em hemû şahidê vê ked û xebatê bûn.

Me wek Odeyê gelek caran behsa hin saziyên dewletê ku pereyên îhaleyên fîrmayan bi salan nedabûn kiribû. Digel van bibîrxistinan pereyên îhaleyan nehatibûn dayîn, fîrma hatibûn qeraxa îflasê. Fîrmayên Teahhutan digel hemû pirsgirêkan xebatên xwe bi awayekî xurt didomînin.

Sektorên Taybet piştî şewba vîrusê ku li ser temamê cîhanê metirsiyeke mezin çêkiriye êdî nikarin karên xwe bikin. Fîrmayên ku berê pêdiviyên xwe yên aborî ji bankayan bi dest dixistin aniha ne dikarin ji bankayan kredî werbigrin ne jî deynên xwe bidin. Ji ber van kêşe û zehmetiyan ji bo sektorên taybet, piştevaniya aboriyê divê. Em li bendî ne ku her kes peywir û berpirsiyariya xwe zanibin û bi vê hişyariyê tevbigerin.

Ji ber zexta li ser sektorên taybet ku şewba vîrusê bandorek xirab li ser çêkiriye di serî de ji Zanîngeha Dîcleyê, ji nexweşxaneyên ku girêdayî Wezareta Tenduristiyê ne, ji Miduriya Herêma DSIyê, ji Serokatiya YİKOB’ê û ji şaredariyan em daxwaza deynên wan ên ku ji sektorên taybet re hene dikin.