Ji DTSO û OSByê Ji bo Sektorên Taybet Daxwaza Piştevaniya Aboriyê

Şewba Koronavîrusê ku ji Çînê li hemû welatên cîhanê belav bû bandora wê li ser jiyana me didome. Ji bo pêşîgirtina encamên xirab ên metirsiya şewba Koronavîrusê ku bandorek xirab li ser welatê me û li welatên hemû cîhanê kiriye tedbîr didomin.

Li Tirkiyeyê tedbîrên ku ji aliyê wezaretên pêwendîdar ve tên girtin her tim bi raya giştî re tên parvekirin, xebatên ji bo tenduristî û ewlehiya hemwelatiyan, bi hevkariya sektorên taybet û rêxistinên civakî yên sivîl tên kirin. Di çarçoveya van xebatan de di nav tedbîrên ku ji aliyê Wezareta Karên Hundir ve hatine girtin de fealiyetên hin şîrketan ji bo demekê hatine rawestandin.

Tedbîrên ku hatine girtin ji bo tenduristî û ewlehiya merivan gelek girîng in. Encamên van tedbîran li ser jiyana me ya rojane, nexwasim li ser sektorên taybet qeyraneke mezin a aboriyê çêkiriye. Di gel van tedbîrên şewbê divê ji bo van krîzên aborî û krîzên dîtir jî tedbîr werin girtin.

Li qadên aboriyê ji bo pêşîgirtina pirsgirêkan;

1-Ji ber şewba Koronavîrusê ku rewşeke kaotîk derxistiye holê divê krediyên bankayan herî kêm 6 mehan werin taloqkirin,

2-Ji bo fîrmayên ku mesrefên checkên(çek) xwe nikarin bidin divê ji 30’ê Adarê ya 2020’an pê ve heqê mesrefên wan 6 mehan werin taloqkirin.

3-Di vê pêvajoya şewbê de divê maeşên karmendên fîrmayan ji aliyê dewletê ve were dayîn.

4-Weqfên ku girêdayî saziyên dewletê û Miduriyeta Giştî ya Weqfan in, milkên ku dane kirê heqê kirêyên wan heta ku fîrma bi awayekî aktif kar nekin divê werin taloqkirin.

5-Heqê bac û pîrîmên sigortayê bêyî ku ciza lê were birîn divê were taloqkirin.

6-Tahsîsata ku ji aliyê IŞKUR’ê ve dihat dayîn û niha hatiye kêmkirin divê maweya(wadeya) piştgiriyê derkeve 6 mehan û hemû fîrma jê îstîfade bikin.

7-Fîrmayên ku bi wesfa KOBİ’yê kar dikin divê ji bo wan derfeta krediyên navbera 50.000,00-100.000,00 TLyê her wiha krediyên bêfaîz ên 6 mehan taloqkirî were dayîn. Ji bo karsazan jî divê navbera 500.000,00-100.000,00 TLyê krediyên bê faîz ên taloqkirî were dayîn.

8-Fîrmayên ku ji ber bandora şewbê neçar mane û kargehên xwe girtine divê dewlet piştgiriyê bide wan.