Ji DTSO, DTB, DESOB û OSByê hişyariya Koronavîrusê

Ji bo pêşgiriya şewba Koronavîrusê ku ji Bajarê Çînê ya Wuhanê belavî hemû cîhanê bûye û ji aliyê Rêxistina Tenduristiya Cîhanê ve wek pandemiyê hatiye pênasekirin tedbir tên girtin.

Wekî hemû welatên cîhanê welatê me jî di metirsiya vê şewbê de ye. Ji aliyê wezaretên pêwendîdar û walitiya bajêr ve ji bo xwejêparastina ji şewbê tedbîr tên girtin. Ji îro û pê ve hin tedbîrên pêewle ku ketin meriyetê wek cihên giştî yên civakî, çandî û qadên bazirganiyê hatin girtin. Di gel van biryaran ji bo ku meriv nekevin cihên qerebalix tedbîrên dîtir jî hatin girtin.

Em jî wek Rêxistinên Civakî yên Sîvîl gelê xwe li dijî vê metirsiya şewbê ji bo ku zirarekê jê nebînin, ji ber şewbê mirin çênebin;

*Cihên şînê ji 17’ê mehê pê ve heta biryareke din hatine girtin. Digel vê tedbîrê ji bo sersaxiyên şînê divê kes li malan necivin,

*Dawet û fealiyetên ku civatê digihînin hev divê çênebin,

*Merivên ku temenê wan 65 û ji ser vê temenê re ne ji bilî rewşên awarte divê ji malên xwe dernekevin,

*Zarok, ji bilî rewşên awarte divê ji malê dernekevin,

*Ji ber ku vîrus bi rêya hewa û temasê dikare belav bibe, divê meriv ji temasên nêzîk dûr, ji hev jî fireh bisekinin,

*Divê li paqijiya malê û cihê kar baldar bin, destên xwe jî her tim bişon,

*Esnafên Amedê divê ji bo paqijiya xebatkar û cihên karên xwe gelek baldar bin,

Em daxwazê ji gelê xwe dikin ku ji bo tenduristiyê, bi van tedbîrên girîng tevbigerin.