Ji Delegasyona DTSO’yê seredana Wezîrê Karên Derveyê Safeen Dizayee

Delegasyona ku bi pêşengiya Serokê Komîteya Rêveberiya Odeyê ya Pîşesazî û Bazirganî ya Amedê Mehmet Kaya ku ji aliyê Endamên Komîteya Pîşe û Meclîsê ve hatiye damezirandin, serdana Wezîrê Karên Derve yê Rêveberiya Herêmî ya Kurdistana Iraqê kir.

Delegasyona DTSO’yê ji bo geşedana hevkariya li IKBY’yê xebatên xwe didomînin. Delegasyona bi pêşengiya Serokê DTSO’yê Mehmet Kaya hatiye damezirandin bi Wezîrê Karê Derve yê IKBY’yê Safeen Dizayeeyê re hatin gel hev. Dizayee bal kişand ser serdanê û got ji bo geşedana hevkariyê ev seredan gelekî girîng e.

Serokê DTSO’yê Kaya, ji bo xurtkirina pêwendiya civakî, aborî, bazirganî û çandî ya di navbera her du civakan de plansaziya xwe eşkere kir. Kaya, “Qebareya bazirganiyê ji hîza 12 mîlyar dolaran ketibû hîzeya 8 mîlyar dolaran, di sala2019’an de ji sedî 8 lê zêdebûn çêbûbû lê dîsa jî ev rêjeyeke kêm bû. Divê em pêwendiyên xwe xurttir bikin da ku îhracatên me zêde bin.”

 

Kaya, li ser mijara pirsgirêkên gimrukan wiha got: “28’ê Sibatê de Wezîrê Karên Derve Mevlut Çavuşoğlu dê serdana Odeya me bike. Di wê seredanê de, dê ji bo çareseriya pirsgirêka bacên gimrikan gengeşe were kirin. Di kordînasyona TOBB’ê de ji bo nûkirina deriyê sînor ê Xabûrê, xebatên me hene. Divê deriyê sînor ê  Xelîl Îbrahîm jî were nûkirin. Ji ber pirsgirêkên deriyê sînor ê Xelîl Îbrahîm, bazirgan hewl didin ku li ser rêya Îranê re derbas bibin. Ji ber van sedeman re divê qanûnên bacan ji nû ve werin sererastkirin. Berevajî vê, pêwendiyên bazirganiyê dê bê hêz bin.”

Kaya her wiha li ser pirsgirêka vîzeyan de wiha got: “Vîzeyên elektronîk dê demek nêz de betal bibe. Mesrefên vîzeyan jî gelek biha ne. Ev pirsgirêk ji bo pêşveçûna tenduristî, çand û geştûguzariyê astengiyeke mezin derdixe holê. Ji bo merivên karsaz jî divê pirsgirêka bacê were çareserkirin. Daxwaza me ew e ku van mijaran bi Enqereyê re biaxivin da riya çareseriyê were dîtin.”

Kaya wiha got: “Ji ber kêmbûna balafiran seferên balafiran kêm bûn û saetên wan jî guncav nebûn. Heke pirsgirêkên bacê were çareserkirin balafir dê ji nû ve bifirin. Heke hûn van şert û mercan erê bikin em ê bi rayedarên Anadolu Jetê re têkevin pêwendiyê. FLY Erbil dê ji bo Amedê sefer bide destpêkirin. Ji bo piştevaniya vê yekê em her dem amade ne.”

 

Dizayee, “Em bi Enqereyê re komîsyoneke hevpar ava bikin û bi hev re bixebitin.”

Wezîrê Karê Derve yê IKBY’yê Dizayee, behsa hêza potansiyela bazirganiya IKBY’yê kir û got; “Divê binesaziya herêma me ji bo vê yekê amade be. Me ji bo çareseriyê li Zaxoyê tunel çêkirin. Digel kêmasiyan jî, baştirîn karê me, deriyê sînor ê Îbrahîm Xelîlî ye. Heke derfet çêbibe em dikarin projeya nûkirina deriyê sînorê yê Îbrahîm Xelîlî bi hevkariya TOBB’ê temam bikin. Heke şert û mercên sîstema TOBB’ê wê derfetê bide, em dikarin bi hev re bixebitin. Hûn dikarin vê pêşniyazê li Wezîrê Karê Derveyê re bikin. Em dikarin sîstemeke hevpar ava bikin. Heke em van tiştana pêk bînin em ê bikaribin xwe bigihînin asteke baş. Ji bo heqê vîzeyê 100 dolaran dixwazin. Heqê vîzeyê gelek biha ye. Ev pirsgirêkeke mezin e ku di navbera Bexda û Enqereyê de tim û tim tê rojevê. Ji bo çareseriya van pirsgirêkan dê hewldanên me hebin.

DTSO, IKYB û Wezareta Geştûguzariyê li hev kirin

Delegasyona DTSO’yê di çarçoveya têkiliya bi Hewlêrê re, bi Serokê Komîteya Geştûguzarî Mawlawi Jabar Wahab re hevdîtin pêk anî. Jabar Wahab kêfxweşiya xwe ji bo hatina Delegasyona DTSO’yê kir û axaftina xwe wiha domand: “Sektora Geştûguzariyê sektoreke wisa ye ku dikare bandorek mezin li ser qadên dîtir bike. Jiber vê yekê, dê bi hevkariya we xebatên me xurttir bibin. Ji bo beşdarbûna Fuara ku wê li Amedê were vekirin xebatên me didomin. Di meha Gulanê de, dê vîzeyên elektronîk betal bibin. Bi vî awayî dê hatinûçûn hêsantir be.”

Serokê DTSO’yê Kaya: “Bi saya hevkariya operatorên ger û geşt û IKBY’yê hejmarên turîstên li Tirkiye û Amedê zêde bûn. Em ê li Fuara Geştûguzariya Hewlêrê de “Rojên Danasîna Amedê” organize bikin. Em ê berhemên xwe yên xwemalî li wir bidin danasîn. Her wiha bi hevkariyên DTSO, TURSAB û TUYAP’ê “Fuara Geştûguzariya Mezopotamyayê” dê were organîzekirin. Ev xebat hemû hem ji bo Amedê hem jî ji bo Hewlêrê dê destkeftiyên girîng bin.

Di encama hevdîtinan de biryar dan ku  xebatên hevpar werin kirin.