Ji bo fîrmayên girêdayî kesan ku li DTSO’yê qeyidkirî ne “Krediya Xilaskeriyê”

Serokê Alikarî yê Komîteya Rêveberiya Odeya Pîşesazî û Bazirganî ya Amedê Ercan Tayınlamak wisa ragihand ku; ji bo fîrmayên ku girêdayî kesan ku li DTSO’yê qeyidkirî ne, dikarin serî li krediya Halk Bankê ya 25 hezar TL krediya nakît, Qerta KOBİ Parafê ku lîmita wê 25 hezar TL ye bidin.

Ercan Tayımlamak derbarê krediya ku dê ji aliyê Halk Bankê ve were dayîn agahî da: Ji bo têkoşîna li dijî metirsiya koronavîrusê de fîrmayên biçûk ku pêdiviya wan ji krediya bankayê hene û nikarin krediya bankayê bi dest bixin û her wiha ji bo piştevaniya fîrmayên ku girêdayî kesan ku li Odeya me qeyidkirî ne ji aliyê Halk Bankê ve “Piştevaniya Dewamiya Kar-Krediya Xilasker a Fîrmayên biçûk” dê were dayîn.

Di çarçoveya krediyê de Krediya Nakdî û Qerta Paraf KOBİ’yê dê ji bo fîrmayan were dayîn. Krediyên nakdî dê bi kefaleta KGF’yê were dayîn û serlêdanên van krediyan ji ofîsên Halk Bankê her wiha li ser bankaya mobîlê ya elektronîk jî dikare were wergirtin. Li Halk Bankê ji bo fîrmayên girêdayî kesan, cîroya wan a dawiya salê ya malî 3 mîlyon TL be krediya ezamî 25 hezar TL, Qerta Paraf KOBİ’yê 25 hezar TL derketiye. Rêjeya faîza krediyê salane 7,50 ye.

Li gor mewzûatê, ji ber tunebûna qeyda bazirganan ku nikarin ji pakêta Piştevaniya Bazirganan îstîfade bikin û fîrmayên ku li Odeya me qeyidkirî ne cîroyên wan ên dawiya salê yên malî ji 3 mîlyonan zêdetir nebe dikarin serî li krediyê bidin.

 

Serlêdanên krediyan dê onlayn bibe. Kesên ku dê serî li krediyan bidin di serlêdanên krêdiyan de ku rastî pirsgirêkekî werin maseya alîkariyê ku ji aliyê Odeyê ve hatiye avakirin dê piştevaniya çareseriyê bidin.

Em bi rêzdarî erz dikin.