Camîaya kar a Amedê û nûnerên saziyên giştî derbarê Covid-19 de tedbîren ku li ser hevbîr bûn nirxandin.

Nûnerên camîaya kar û nûnerên saziyên giştî ku ji bo camîaya kar xizmeta giştî dike, li ser tedbîrên şewba COVID-19 ku li ser tenduristiya meriv û aboriya giştî metirsiyeke mezin çêdike bi hev şêwirîn.

Civîna ku bi beşdarbûna Serokê Komîteya Rêveberiyê Mehmet Kaya, Serokê Meclîsê Celalettin Bîrtane û Endamên Komîteya Rêveberiyê hat lidarxistin gelek berpirsên saziyan wek Serokê Komîteya Rêveberiya Borsaya  Bazirganiyê  Engin Yeşil, Serokê Komîteya Rêveberiya OSByê Aziz Odabaşı, Endamê Komîteya Rêveberiya OSBÜKê  A.İhsan Gündoğdu, Serokê Komîteya Rêveberiya DSMMMO’yê Mustafa Vural, Sekreterê Giştî yê GÜNTİAD’ê Devrim Çakmakçı, Nûnerê Herêma Amedê yê TURSABê Mehmet Akyıl, Berdestê  Serokê DESOB’ê Abdüllatif Aykul û rêveberiyên saziyên giştî beşdarî vê civînê bûn.