AMED DÊ BI FIREHIYÊ BIKEVE

Projeya finansman a KOBÎ’yê bi navê “Krediya Firehiya TOBB”ê ku ji aliyê Yekîtiya Ode û Borsayên Tirkiyeyê ve di salên borî de 6 caran hatibû pêkanîn ji aliyê Odeya Pîşesazî û Bazirganî ya Amedê, Borsaya Bazirganî ya Amedê û Miduriya Herêma Denizbankê ve bi civîna çapemeniyê hat danasandin.

Civîna çapemeniyê ku ji aliyê Serokê Odeya Pişesazî û Bazirganî ya Amedê Mehmet Kaya, Serokê Borsaya Bazirganî ya Amedê Engin Yeşil û Midura Herêma Anatoliyaya Başûrê Rojhilatê Pervin Dinçer Altuner ve hat lidarxistin, agahiyên hûrgiliyên krediya ku dê were dayîn hat belavkirin.

 

HEMÛ SEKTOR DÊ JÊ ÎSTÎFADE BIKIN

Civînê de Serokê DTSO’yê Mehmet Kaya diyar kir ku bi vê Krediya Firehiyê dê derfeta krediya 6 mîlyar TL’yê ji bo endamên qeyidkirî yên Borse û Odeyê were dayîn. Ev kredî dê ji bo fîrmayan wek krediyeke xilasker, piştevaniyê li aboriyê bike.

 

Serokê DTSOyê Kaya diyar kir ku ji bo Krediya Firehiyê yên ku cîroyên wan ji 25 mîlyon TL’yê kêmtir in dikarin serî lê bidin. Axaftina xwe wiha domand: “Me di bin banê Odeyê de ji bo derfeta krediya 50 mîlyon TL’yê bi dest bixin, ji bo Krediya Firehiyê 5 mîlyon TL pere da. Yên ku cîroyên wan ji 3 mîlyon TL’yê kêmtir in dikarin ezamî 50 hezar TL, yên ku cîroyên wan ji 3 mîlyonan zêdetir in dikarin ezamî 100 hezar TL kredî werbigrin. Rêjeya faîza krediyê ya salane dê 7.50 bibe. Heqê sermaye û faîzê dê neyên xwestin.

 

Serok Kaya, her wiha diyar kir ku dê heqê krediyan di sala 2021’an de bi 12 teqsîdan were girtin. Fîrmayên ku serî li krediyê dane dê ji wan dokumenta “deynê Bac-SGK’yê tuneye” neyê xwestin. Ji bilî van dê  temînata madî jî tunebe. Herwiha ji bilî mesrefa bankayê ku ji 50 hezar TL’yê 150 TL, ji bo 100 hezar TL’yê 300 TL jê tê birin, mesrefeke dîtir dê tune be. Li gor rêzika mewdûatê dê ji bo kefaleta KGF’yê ji sedî 0,75 komîsyon were  girtin. Hemû sektor dê karibin serî lê bidin. Endamên me dê bi Dokumenta Fealiyetê (divê bi îbareya Ji bo Serlêdana Krediya Firehiyê ye be)  ku ji aliyê Odeya me ve hatibe wergirtin, serî li ofîsên Denizbankê bidin. Endamên me dokumentên xwe bi awayekî online jî dikarin bigrin. Nirxandina serlêdanên krediyan dê ji aliyê bankayê ve were kirin.

 

“Camiaya Kar Bêhêz ket”

Serokê DTB’yê Engin Yeşil; “Şewba koronavîrusê ku li ser temamê cîhanê metirsî çêkiriye camîayên kar jî bêhêz kiriye.” Serokê DTB’yê Yeşil diyar kir ku di serdemeke wisa awarte de me bi kedên giranbiha yên Serokê me yê TOBB’yê ji bo camîaya kar xebatên girîng kirin. Yek ji xebatên me yên girîng Krediya Firehiyê ye. Li Tirkiyeyê 365 Borse û Ode ji bo bidestxistina finansmana bi maliyetekî erzan, piraniya çavkaniyên xwe ji bo Krediya Firehiyê xerc kirine. Di encamên van xebatan de armanca me ya sereke ew e ku lîmîdên krediyên endamên me ji 6 mîlyar TL’yê zêdetir be. Serlêdanên Krediya Firehiyê ku bi hevkariya KGF û Denizbankê di encama xebatên TOBB’yê derketibû  îro li bajarê me dest pê kir. Spasiya xwe  li Serokê TOBB’yê Rifat Hisarcıkoğlu, Midurê Giştî ya Denizbankê birêz Hakan Ateş  û malbata wî û Rêveberiya KGF’yê dikim. Bi baweriya me Denizbank dê li herêma me bi pêşengiya Midura Pervin Xanimê vê pêvajoyê bi awayekî serkeftî bi rê ve bibe.

 

“ME WEK BANKAYA BEŞDAR CIH GIRT”

Midura Herêma  Anatolyaya Başûrê Rojhilat a Denizbankê Pervin Altuner wiha got; “Ji bo têkoşîna metirsiya şewba koronavîrusê ku  li ser aboriyê taldeyeke mezin çêkiriye, di çarçoveya Pakêta Mertal a Îstîkrara Aboriyê de ku ev pakêt bi kordînasyona Wezareta Maliye û Gencîneyê hatiye amadekirin, di projeya Krediya Firehiyê de Denizbank bi navê bankaya beşdar cih girtiye.”

Altuner axaftina xwe wiha domand: “Denizbank dê piştevaniya KOBİ’yan bike ku salane bi rêjeya 7,5’ê kredî bi wan bide bikaranîn. Di sala 2020’an de heta şeş -heşt mehan, dê heqê faîz û sermayeyê tüne be. Deyn jî dê di sala 2021’an de bi 12 mehan teqsîdan were dayîn. Fîrmayên ku li Ode û Borseya me qeyidkirî ne ji bo Krediya Firehiyê bi dokumenta fealiyetê dikarin serî li ofîsên me yên Denizbankê bidin.