Waliyê me yê bajêr, bi Serokên Komîteyên Pîşeyî re civîna şêwrê pêk anî

Waliyê me yê bajêr birêz Hasan Basri Güzeloğlu, bi Serokên Komîteyên Pîşeyî yên OBPA û berpirsên saziyên kamu re civîn li dar xist.

Civîna ku di bin serokiya waliyê bajarê me birêz Güzeloğlu de pêk hat, Serokê Lijneya Rêveberiya OBPA Mehmet Kaya, Serokê Meclîsa OBPA Celalettin Birtane, 16 Serokên Komîteyên Pîşeyî yên OBPA, Serokê Lijneya Rêveberiya HSO Aziz Odabaşı,  Sekreterê Giştî yê Ajansa Geşedanê ya Karacadag Hasan Maral, Serokên Sîteya Senayiyê û berpirsên saziyên kamûyê beşdar bûn.

Ev civîn wek berdewamiya civîna ku bere hatibû kirin bû, div ê civînê de jî pirsgirikên ku karxane dijîn hatin gotin. Walî Güzeloğlu, li daxwaz û pirsgirêkên endamên komîteyan guhdarî kir û ji bo çareserkirina van pirsgirêkan nêrîn hatin ziman.