Hevserokê HDP’ê Temelli li Amedê bi SSC’yan re hat gel hev

Hevserokê HDP’ê Sezai Temelli, li Amedê bi Saziyên Sivîl ên Civakî re civîna Nirxandina Aboriyê pêk anî.

Hevserokê HDP’ê Sezai Temelli, Wekîlê HDP’ê yê Amedê İmam Taşçıer, Hevserokên HDP’ê yên Amedê Hülya Alökmen Uyanık û Zeyyat Ceylan, Serokê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Selçuk Mızraklı, Serokê Lijneya Rêveberiya OBPA Mehmet Kaya, Serokê Meclîsa OBPA Celallettin Birtane, DTB, OSB, û nûnerên SSC beşdarî civînê bûn. Axaftina vekirinê Serokê Lijneya Rêveberiya OBPA Mehmet Kaya kir. Kaya got; “Li herêmê têkiliya siyaset û civaka sivîl ji aliye aklê hevpar ve gelek girîng e. Heta niha me nekarî em têkiliya civaka sivîl û siyasetê di bingeheke rast de bidin rûniştin. Ji bo demokratîkbûna Tirkiyê rola HDP’ê gelek girîng e.”

Hevserokê HDP’ê Temellî jî got; “Ji bo ku em karibin xebatan li Amedê û li herêmê bikin, xebatên me û yên OBPA hene û di navbera van xebatan de girêdaneke xurt heye. Divê em karibin aklê hevpar ava bikin. Wek HDP me di hilbijartinên 31 Adarê de nîşan da ku aklê hevpar çi qas xurt e. Stratejiya HDP’ê girîng bû. Piştî betalkirina hilbijartina Stenbolê me bersiveke din ava kir. Li Stenbolê gelê kurd reflekseke girîng pêş xist. Piştî 23’ê Hezîranê jî me anî ziman ku pêdiviya Tirkiyê bi demokrasiyê heye. Me anî ziman ku bêyî demokrasiyê tu pirsgirêk nayên çareserkirin. Me jî bangwaziya tifaka demokrasiyê kir û ji bo vê bangewaziyê me bersivên erênî wergirt. Êdî li Trikiyê di qadên ku pêdivî pê tê dîtin de em dibînin ku bêhtir tê axaftin. Di meseleya kurdan de bi heterkirina neçareseriyê tu rê nayê meşandin. Çareseriya meseleya kurdan ne meseleyeke ku ji îktîdarê re were hiştin. Divê bi tifaka hemû aliyan rê were meşandin.”

Temelli di berdewamiya axaftina xwe de got; “Me ji bo makezagoneke nû xebat da destpêkirin. Tişta ku em jê re dibêjin makezagon peymana civakê ye. Me jî xebatekê da destpêkirin û em ê biçin ji her kesê re vebêjin. Divê metna me ya stratejiyê ya makezagonê  him hemû saziyên herêmê û him jî yên giştî karibin di nava xwe de nîqaş bikin û fikren xwe bînin ziman. Gava ku civak peymana xwe çêbike, divê her kes xwe tê de bibîne û nêzîkatiyên tekane û nijadperest were derbaskirin. Em xwediyê nêzîkatiya demokrasiya radîkal in. Ev nêzîkatiya demokrasiyê xwe li saziyan teng nake û bi gel re nîqaşan dike. Reforma darazê serenivîsa sereke ya makezagona nû ye. Sedema herî girîng ya ku gelek mesele bi awayê kronîk xetimiye pirsgirêka ji hev veqetandina hêzan e. Îro ro di girtîgehan de 5 hezar HDP’yî, rojnamevan û akademisyen hene. Mirov ji cihê xwe hatine koçkirin. 500 hezar mirov bi şertê kontrola edlî dijîn. Di vê mijarê de rolên gelek girîng dikeve ser saziyên civakî. Me di meclîsê de van anîn ziman. Lê mixabin meclis di bin wesayetê de ye. Sererastkirinên ji bo her kesî jî gava ku ji HDP’ê were nayê qebûlkirin. Li gel vanan hemûyan jî dîsa jî em hewl didin kursiya meclîsê bi awayekî çalak bi kar bînin. Xebata makezagonê di heman demê de têkoşîna aştiyê ye. Polîtîkayên xelet yên aboriyê Tirkiyeyê ber bi hejariyê ve dibe. Aborî ji aliyekî ve ji ber pirsgirêka demokrasiyê û ji hêla din ve jî ji ber biryarên xelet yên îktisadî ber bi xerabbûnê ve diçe.”

Paşê civîn bi pirs û bersivên di der barê aboriya bajêr û herême de yên ku beşdaran kirin berdewam kir.