Li Amedê Saziyên Sivîl ên Civakî hemwelatiyên Herêma Kurdistanê yên ji Hewlerê hatin Amedê bi qurnefîlan pêşwazî kirin.
Li Trabzonê komeke turîstên ji 50 kesan pêk dihat û hemwelatiyên Herêma Kurdistanê bûn, ji ber ku bi atqiyên ku ala Herêma Kurdistanê li ser in wêne kişandine bi êrîşeke nîjadperestî ve rû bi mane. Ligel vê yekê Odeya Bazirganî û Pîşesaziyê ya Amedê, Borsaya Bazirganiyê ya Amedê, Yekîtiya Odeya Esnaf û Senatkaran ya Amedê û TURSAB, hemwelatiyên Herêma Kurdistanê yên ku ji bajarê Hewlêrê hatine bi pankartên tirkî û kurdî yên “Hûn bi xêr hatin” û bi qurnefîlan pêşwazî kirin. Ji bo merasima pêşwazîkirinê Serokê Lijneya Rêveberiya OBPA Mehmet Kaya û Alîkarê Serok Erdal Avşar, Alîkarê Serokê DESOB Abdüllatif Aykul û Serokê Giştî yê TURSAB Mehmet Akyıl beşdar bûn. Hemwelatiyên ku ji Hewlêrê li balafirê siwar bûn û li Amedê di saet 04.45’an de daketin, gava ku koma pêşwaziyê li hember xwe dîtin, razîbûnên xwe anîn ziman û spasiya komê kirin.