Komxebata Bazirganiya Derve ya Amed-Herêma Kurdistanê hat sazkirin

Bi hevkariya Odeya Bazirganî û Pîşesaziyê ya Amedê (OBPA) û Gerînendeyiya Qada Organîze û Pîşesaziyê ya Amedê “Komxebata Bazirganiya Derve ya Amed-Herêma Kurdistanê” bi beşdariya gelek kesan ve hat lidarxistin.

Komxebat li otelekê hat lidarxistin û Serokê Lijneya Rêveberiya odeya me Mehmet Kaya, Serokê Lijneya Rêveberiya QOPa’yê Aziz Odabaşı, Ataşeyê Bazirganiyê yê Hewlêrê Zihni Tuğrul, Ataşeyê Gumrikê yê Hewlêrê Ersoy Cete, Serokê Koordînatorê yê GAİB Fikret Kileci, Gerînendeyê Herêmê yê Gumrik û Bazirganiya Derve yê Îpekyolu Yalçın Özden, Gerînendeyê Gumrika Xabûrê Ali Gökdemir, Gerînendeyê Herêmê yê Eximbank Metin Çelik, gelek karsaz û nûnerên saziyan beşdarî kirin.

Axaftina vekirina komxebatê Serokê Lijneneya Rêveberiya QOP’yê Azîz Odabaşi kir. Odabaşi axaftina xwe wiha kir; “Pirgirkên aborî yên ku welatê me tê de ye bandora xwe li herêma me jî dike. Lê belê em karsazên herêmê me gelek badîreyên bi vî rengî li paş xwe hiştin, ez bawer bikim em ê vê jî bi hewldan û rêbazên afîrîneriyê li paş xwe bihêlin. Li vê derê ya herî girîng Herêma Kurdistanê ye ku ji me re deriyê Iraqê vedike. Beşeke mezin ya bazirganiya me bi wan re pêk tê. Em dikarin ji ser wan xwe bigihîjin welatên ereban jî. Bi vî rengî em ê him bazara xwe fireh bikin û him jî ji aliyê cureyan ve dewlemendtir bikin.”

“Em ê xebateke wisa li Herêma Kurdistanê jî bikin”

Serokê Lijneya Rêveberiya OBPA Mehmet Kaya, behsa girîngiya îxracata bi Iraqê re kir û axaftina xwe wiha domand; “Di vê pêvajoyê de geşedanên li Sûriyê kir ku em îxracata xwe bi temamî li ser Iraqê rawestînin. Li bajar û herêma me hema hema îxracata me sedî 65 bi Iraqê re tê kirin. Îro îxracata Amedê li derdora 200 milyon dolar dixuyê lê gava em lê dinêrin di dema reel de nêzîkî yek milyar dolar îxracata me heye. Lê şert û mercên fîzîkî, astengiyên burokratîk û ji ber sepanên tên kirin beşeke girîng ya îxracata me ne ji ser Amedê, ji ser Mersîn û Stenbolê tên kirin. Em vê komxebatê jî tam ji bo vê rewşê pêk tînin. Yanî li herêmê pirsgirêkên ku hûn dijîn muhatabên we jî li derdora vê maseyê ne. Hûn ê li vê derê biaxivin, behsa pirsgirêkên xwe bikin. Ew ê beşdar jî di van mijaran de agahî bidin we. Beriya salekê li derî 6-7 saet dihat sekinandin. Di îxracatê de pirsgirêk hebûn. Him ataşeyên me yên bazirganî û gumrikê yên li konsolosxaneyê û gerînendeyê me yê herêmê yê gumrika Îpekyolu destê xwe xistin bin kevir û him ji aliyê personelan ve û him jî ji bo derbaskirina derî rihetiyek hatiye avakirin. Di vê babetê de wek OBPA em spasiya wan dikin. Îro ku beşdarî vê komxebatê bûne ev yek jî nîşan dide ku ew dixwazin pirsgirêkan çareser bikin. Dibe ku li Tirkiyê xebatên bi rengî kêm têne kirin lê ji bo herêma me xebateke wisa teqez hewce bû. Em ê xebateke wisa li Herêma Kurdistanê jî bikin. Em kiryarên wir tev bînin gel hev, em behsa pirsgirêkên xwe yên ku li wir em dijîn bikin. Bila ev xebat li welatê me û bajarê me pîroz be.”

 

Ataşeyê Bazirganiyê yê Hewlêrê Zihni Tuğrul jî anî ziman ku di qelemên îthalkirina Iraqê de para wan gelek kêm e. Tuğrul got; “Iraq ji bo îxracata Tirkiyê welatekî gelek girîng e. Îstikrara siyasî û pevçûnên ku li welat rû da îxracata vî welatî bi neyênî bandor kir. Aboriya Iraqê li ser petrolê ye. Gava ku buhaya petrolê zêde dibe îthalat jî zêde dibe. Iraq rojane 4,5 varîl petrol derdixîne, ji ber bernameya Iraqê ya bi IMF’ê re hinek pirsgirêk jiyan. Iraq piştî meha sibatê derbasî yek gumrikê bû. Ji ber ku me got ew ê  îxracata me derbasî başûrê Iraqê jî bibe yek gumrik kêfa me anî lê mixabin wisa pêk nehat. Gumrik zêde bûn, bi boneya hilberîna xwecihî ji bo îthalata hin beran bacên zêde hatin kirin. Ji bo ku bi Iraqê re hevpeymaneke bazirganiyê were kirin wezareta me pêşxebatek dike. Bi taybet jî qelema me ya herî zêde mucevherat e. Ev yek ji bo sektora zêran gelek girîng e. Ji ber ku bacên li Dubaiyê hatin zêdekirin em dizanin ku bazirganên wê derê berê xwe dane Tirkiyeyê. Em dikarin awantajên vê bi dest bixin.”

Piştî axaftinan komxebat bi pirs û bersivan berdewam kir.