Bi mazûvaniya OBPA û BBA semînera U-EDTS û Analîza Daneyên Hejmarîn yên Takografê hat lidarxistin

Bi mazûvaniya Odeya me û Borseya me semînerên danasîn û agahdarkirina projeyên Pergala Veguhestin Şopandina Elektronîk û Venêrtinê û  Analîza Daneyên Hejmarîn yên Takografê hat lidarxistin.

Semîner li Borsayê hat lidarxistin û Gerînendeyê Giştî yê Sererastkirina Riyên Bejayî Mahmut Gurses, Gerînendeyê Herêmê yê Veguhestinê Mehmet Yılkıran, Alîkarê Gerînende û Serokê Daîreyê Mehmet Ozbey, Sekreterên Giştî yên Ode û Borsayê, endamên me yên Komîteya Pîşeyî, nûnerên sektorê, pispor û rayedarên fîrmayan beşdar bûn. Semîner ji aliyê Gerînendeyê Giştî yê Sererastkirina Riyên Bejayî Mahmut Gurses ve hat vekirin û di semînerê de li ser pirsgirêkên sektora bi riya bejayî veguhestinê hat sekinandin.

Di çarçoveya Rêziknameya Barkirina Riya Bejayî fîrmayên ku belgeyên wan ên C2, C3, K1, K3, L1, L2, N1, N2, R1, R2, M1, M2, P1, P2, T1 an jî T2 hebin, ji bo ku di der barê karên xwe de agahî karibin bidin dê pergala U-ETDS bikeve dewrê. Ev sepan dê di dîroka 31.12.2019’an pê ve dest pê bike.

Fîrmayên ku xwediyê belgeyên salahiyatê ne, ji bo wesayitên xwe yên ku divê takografa hejmarî bi kar bînin, daneyên xwe piştî ku wesayit derdikeve trafîkê 3 mehan divê her meh ji wezaretê re bişînin. Ev mecbûrîyet dê di dîroka 01.01.2020’an de dest pê bike.

Ji bo ku fîrmayên me di van mijarên ku behsa wan hatin kirin de mexdûr nebin dê di mazûvaniya odeyên me de semînerên cuda cuda werin lidarxistin.