Acentayên Rêwîtiyê yên Herêma Kurdistanê bûn heyrana Amedê

Ji bo ku turîzma Amedê ji cîhanê re were nasandin bi xebatên odeya me û teşwîqkirina Wezareta Turîzmê ya Herêma Kurdistanê gelek acentayên rêwîtiyê hatin Amedê û bûn heyrana Amedê.

Di çarçoveya bernameya Danasîna Turîzma Amedê ku OBPA û Komisyona Turîzmê amade kir de ji Herêma Kurdistanê gelek acentayên rêwîtiyê, bûn heyranê cihên dîrokî û xwarinên Amedê. Bi organîzasyona Komisyona Turîzmê ya OBPA’yê û Komeleya Otelvanên Amedê bi acentayên rêwîtiyê yên Herêma Kurdistanê re hevdîtin hatin kirin. Serokê Lijneya Rêveberiya KOA Ali Taniş hatina acentayên rêwîtiyê yên Herêma Kurdistanê nirxand. Taniş got; “Ji bo pêşketina turîzma Amedê xebatên bi vî rengî gelek girîng in. Turîzm sektoreke ku bi gelek hêlan ve têkildar e, di aliyê konjekturê de têkilî bi gelek sektoran re datîne. Turîzm ji aliyê cihên îstihdamê, hêza peydakirinê, hêza stendinê ve bi xwe re bandorê li gelek sektoran dike. Ev yek ji bo pêşketina Amedê gelek girîng e. Pirsgirêka me ya herî mezin danasîn e. Di vî aliyî de gelek kêmasiyên me hene. Bi mirovan re pirsgirêka têgihanê heye, ji bo ku em karibin van rûxînin divê gelek derdor û saziyan ji welatên din em bînin vir. Divê em agahiyan jî parve bikin. Serdêrên ku tên vir hemû têgihanên wan diguhere. Ev yek ji bo me gelek girîng e. Wek komeleya otelvanan em her gavê mazûvaniya xebatên bi vî rengî dikin. Ji gelek deverên cîhanê acentayên bi vî rengî tên serdana Amedê. Wek komeleya otelvanan me mazûvanî û danasîneke baş kiriye. Wek komeleya otelvanan em spasiya nûnerên saziyên sivîl, kamû û şexsan dikin ku ji bo turîzma Amedê xebat meşandine.”

Serokê Komisyona Turîzmê ya OBPA Mehmet Akyil jî wiha axivî; “Piştî ku me bi rayedarên Iraqê re hevdîtin kirin bi awayekî spesîfîk me xebatên sektora turîzmê dan meşandin. Piştî ku me hevdîtin pêk anîn komeke acentayên turîzmê yên Herêma Kurdistanê hatin Amedê û ji Amedê gelek bandor bûn. Bajarê Amedê ji bo ku ji Herêma Kurdistanê turîstan bigirin xwedî potansiyel e. Ji bo vê yekê jî divê xebatên hevbeş werin kirin û organîzasyonên tûran werin kirin. Piştî vê hevkariyê em li hêviyê ne ku ji Iraqê bêhtir turîst werin bajarê me. Lijneyên ku hatin me bi acenta û otelên bajarê me anîn gel hev. Di demeke nêzîk de dê acentayên Amedê jî biçin serdana Herêma Kurdistanê.”

Gerînendeyê Giştî yê Wezareta Turîzmê ya Herêma Kurdistanê Pshtiwan Abdulkarim jî got; “Amedê bajarekî gelek xweş e û mirovên vir gelek rûken û mêvanperwer in. Em ê carekî din jî bên Amedê lê vê carê em ê bi mêvanên xwe re bên. Acentayên me yên rêwîtiyê ji Amedê gelek memnûn man. Ew ê ji bo Amedê turîst bînin. Di heman demê de ez dibêjim ew ê hin kes jî bixwazibin werin serdana Herêma Kurdistanê. Ji bo Wezareta Turîzmê ji Odeya Bazirganî û Pîşesaziyê ya Amedê vexwendname hat. Me jî vê vexwendnameyê pejirand û em hatin vir. Em bi acentayên ku bi rastî jî dixwazin kar bikin ji bo turîzma Amedê hevkariya wan bibin re hatin. Ew jî ji vê derê bi awyekî erênî vediqetin. Ji bo kesên ku vê organîzasyonê amade kirine re jî spasiyên xwe dikim.”