Li Amed û Silêmaniyê dê bi hev re reklamên derve werin kirin

Serokê Lijneya Rêveberiya Odeya Bazirganî û Pîsesaziyê ya Amedê (OBPA) Mehmet Kaya, çû serdana Waliyê Silêmaniyê Dr Haval Abubaker.

Lijneya di bin serokatiya Mehmet Kaya de, li Silêmaniyê bi Walî Dr Haval Abubaker re hatin gel hev, ji bo ku di navbera Amed û Silêmaniyê de hevkarî werin kirin hevdîtin pêk anîn. Di hevdîtinê de mijarên ku di navbera Amed û Silêmaniyê de fuar werin pêkanîn hatin axaftinê. Wekî din jî biryar hate girtin ku bi sektora turîzmê re girêdayî biryara ku reklamên derve werin kirin hate girtin.

Lijne paşê tevî Waliyê Silêmaniyê Abubaker re li Silêmaniyê çûn fabrîkaya Royal Can a Metal Qutî. Berpirsiyarê Royal Can Abdullah Anis pêşwaziya lijneyê kir û li ser razemeniyên Amed û Silêmaniyê axivîn. Lijne piştî serdenan firmaya Royal Can vexwendin Amedê. Berpirsiyarê Royal Can Abdullah Anis jî anî ziman ku di demeke nêzîk de dê werin serdana Amedê.