Ji aliyê OBPA ve li Birca Keçan ji bo beşdarên Sempozyûma 41. Kolan, Lêkolîn û Arkeometrî ya Navnetewî resepsiyon hat dayîn.
Sala 2019’an, Sempozyûma 41. Kolan, Lêkolîn û Arkeometrî ya Navnetewî, di navbera dîrokên 17–21 Hezîran 2019’an de li Amedê tê lidarxistin. Ji bo ku arkeolojî li Tirkiyê ji aliyê zanistiyê ve bibe sazgehî organîzasyona herî girîng sempozyûm e û ew jî ji aliyê zanîngehan ve tê lidarxistin.
Serokê OBPA’yê Mehmet Kaya di der barê sempozyûmê de agahî da û wiha got; “Dê ji DYA, Îngîltere, Îtalya, Belçîka, Fransa, Almanya û gelek welatên din zanyar beşdarî sempozyûmê bibin, ev yek ji bo danasîna bajarê me gelek girîng e. Em jî wek OBPA rasterast piştgiriya vê sempozyomê dikin, bi vî rengî dixwazin dîrok û çanda bajarê xwe bidin nasîn. Ji ber vê jî em mêvanên xwe li Birca Keçan pêzwazî dikin ku dixwazin dîroka me ji nêz ve bibînin. Ji beşdaran em bertekên gelek baş digirin, bi vê mebestê di demeke nêz de em dixwazin Birca Keçan ji turîzmê re vekin û ji bo vê jî xebatan dimeşînin.”
Kaya diyar kir ku, sempozyûm ji aliyê gelek kesên din ve jî tê şopandin, ev yek di heman demê de ji bo xwendekarên beşa arkeolojiyê jî dibe bingeheke baş.