Ji bo vîzeya Schengen ya Almanyayê piştî 2’yê Tîrmehê hûn dikarin ji Amedê serîlêdan bikin

Odeya Bazirganî û Pîşesaziyê ya Amedê ji bo ku gelê herêmê bi hêsanî bigihîje xizmetê û xizmeta ji herêmê pêş bixîne, xebatên xwe zêde dike û di vî warî de karekî din ya sereke dixe meriyetê.

Bi protokola ku di navbera Odeya Bazirganî û Pîşesaziyê ya Amedê û İDATA re hatiye îmzekirin ji bo vîzeya Almanya êdî serîlêdan dikare ji ofîsa İDATA’yê ya di bin banê OBPA’yê de ye werin kirin.

İDATA, li Tirkiyê ji bo ku serîlêdana Almanya were kirin saziya tekane ya fermî ye. Ji 16 Tîrmeh 2019’an pê ve, di ofîsa nû ya İDATA’yê ya li avahiya OBPA’yê dê dest bi xizmeta mobîlê bike. Ev xizmet taybet ji bo herêma me tê kirin, bi saya cîhaza bîometrîk û tîma xebatê ya profesyonel ji bo kesên ku dê serîlêdana vîzeyê bikin him ji aliyê demê û him jî ji aliyê veguhestinê fêydeyên mezin bi xwe re tîne.

Ji 2 Tîrmeh 2019’an pê ve ji navnîşana https://randevu.idata.com.tr/ ya İDATA’yê hûn dikarin bêpere randevû bigirin. Ofîsa İDATA ya di bin banê  Odeya Bazirganî û Pîşesaziyê ya Amedê de dê xebatan bimeşîne, dê serîlêdanên we yên vîzeya Schengen ya Almanya qebûl bike.

Piştî ku hûn ewraqên xwe bêkêmayî radestî ofîsa iDATA ya Mobilê bikin, ji bo ku karên we yên bîometrîk werin kirin (kopîkirina şopa tiliyan) dê roja randevûyê ji we re were ragihandin.

Xerca serîlêdana vîzeyê û pereyên Koordînasyona İDATA’yê, di dema serîlêdanê de ji aliyê ofîsa Mobîl a İDATA’yê tê girtin.

Beriya serîlêdanê tu pere nayê girtin an jî bi riya hewaleyê pere nayê xwestin.

Ji bo pirsên we yên di der barê xizmeta serîlêdana Mobilê bi xeta bi hejmara +90 0850 460 84 93 re hûn dikarin xwe bigihînin Navenda Bangê ya iDATA’yê. An jî hûn dikarin ji websîta bi navnîşana www.idata.com.tr re bikevin têkiliyê.